13 januari 2019

Çima zanayên tirk, ereb û faris kurdî fêr nabin ?


Pirsek min ji kurdên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê heye.

Li Tirkiyê akademîsyenekî, profesorekî tirk yê kurdî fêr bûbe tuneye. Heta nuha min nedîtiye profesorekî tirk, alimekî tirk bi kurdî bizanibe û li ser kurdan lêkolînek kiribe.


Di nivîsa xwe ya do da ez li ser vê mijarê sekinîm û min fikrê xwe, ji bo çi tuneye got.

Gelo li Îraqê, li Sûrîyê û li Îranê rewş çawa ye?

Ez dixwazim fêr bibim.

Ji bo wê jî ji kurdên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê pirsa min ev e:

Geleo li Îraqê, Sûriyê û Îranê akademîsîyenên, profesorên, dîrokzanên, edîbên, alimên yanî kurdologên ereb û faris yên kurdî baş fêr bûne û bi kurdî dinivîsin hene?

Çima profesorekî tirk kurdî fêr nabe ?



Salih Agir Qoserî Rast e kek Zinar. Lê min sal û nîvek berê li Brîtanya li zanîngeha Exeterê Li konferansa zimanê kurdî, xortekî Tirk ku weke Kurdekî bi Kurdî dipeyivî min dît. Ew xort ji Mîlasê bû, bi devokê Nisêbînê dipeyivî ( pişt re min fêm kir ku çûye Nisêbînê û salekê li wir maye da ku fêrî kurdî bibi). Li Kurdolojiya Exeterê bi Kurdî li ser dengbêjên Kurd doktora dikir. Ji bilî vî xortî min tu kesên din nedîtiye.

Zinarê Xamo Gelek spas ji bo vê agahiyê. Bi gulekê buhar nayê lê dîsa jî baş e. Gelo ew ne yûnan ya jî kurd e?
Gelek kes asîmîle bûne. Heger te carê dît jê koka wî, eslê bav û kalên wî bipirse.

Salih Agir Qoserî Zinarê Xamo Rast e kek Zinar bi gulekê nabe bihar, xwezî pir bûna. Min jê pirsî diya wî ji ege bû û bavê wî ji karadenîz, ango ne ji aliyê dê ne jî ji alivê bav kurd bû. Biqasî ku tê bîra min nedigihaşt yûnanan jî. Malbata wî çepgir bûye û wî li zanîngehek tirkiyê kurd nas kirine.

Hozan Brader Salih Agir Qoserî raste.Ew xortê bi navê Argun bi min re hevpeyvînek dûr û dirêj amade dike...

Zinarê Xamo Salih Agir Qoserî , Gelek spas xortê delal. Em birîna xwe zanin.

Salih Agir Qoserî Hozan Brader Rast e kek Brader, navê wî Argûn e, Wa ye tu jî nas dikî...

Zinarê Xamo Hozan Brader , Brader, xêra jê bipirse "Argûn" çi ye, ji bo çi navê wî Argûn e.

Rebin Özmen Belê Nihat Argun Çakir li Exeterê doktorayê dike û teza wî jî li ser Doman e. Wekî din jî li ser dengbêjan du tezên lîsansa bilind amade kirine. Li ser muzîka kurdî jî nivîsên wî hene û kurdiya wî gelekî baş e.

Zinarê Xamo Wer xuya dike we şiroveyên xwe di binê nivîseke din da kiriye, heger hûn şiroveyên xwe tên binê nivîsa li ser mijarê ewê baş be.

Rebin Özmen Zinarê Xamo rast e mamo lê ji ber ku hevalan li vir nivîsîbû min jî nivîsî ji bo bibe bersiveke giştî. Li gel silavên ji milkê dil.

Kohderz Temir‏: Li Rojava û Sûriyê ez karim bêjim na .. Û guman dikim li Îranê jî wisa.. Li Îraqê ku hebin wê li ser tiliyên destekî bêne hejmartin ...
Mahmutceylan47‏: Hevalek min î tirk heye ziman û edebîyata kurdî dixwîne her wiha min carekê bihîst mamosteyek profesor bû jî û hîn bibû:)

Şakirê Kalemêr‏:Mamosta-can ez bi xwe ecêbmayî namînim. Miletên wan dewletan bi giştî, mêjî teng in, xeynî xwe qebûl nakin û hebûna wan jixwe li ser hesabê tunekirina miletên bindest avabûye. Ev milet û çanda tolerans, hevqebûlkirin û pêkvejiyanê pirgelekî ji hev dûr in. Êdî serê xwe zêde nêşîne

Kawa Meymo Min Qet Ne Bihîstî ye keko û Bawer Jî Nakim ku Hebin

Acar Can Mamê Zinar van reşikên ji Somaliyê tên û li Stenbolê tizbî û mizbiyan difiroşin fêrî kurdî dibin ew jî ji ber ku tenê kurd tizbiyan ji wan dikirin yanena min ji bilî wan misilmanên ne kurd û bi kurdî dizanibe nedîtiye.

Zinarê Xamo Di nava misilmanan da ji wan xerabtir qewm tuneye, neyarên kurdan e, ji wan tu carî tiştekî nekire.

Acar Can Raste mamo.

Helim Yusiv Li Sûriyê rewş ji Turkiyê ne çêtire. Yekem kesê ku mezintirîn dezgeha zimanê erebî li Sûrî çêkir kurdek bi navê Mihemed Kurd Elî bû. Bi sedan kurdan berhemên xwe bi erebî nivîsandine, lê yek kesê ereb li Sûriyê tune ye ku du hevok bi kurdî anîne cem hev.

Zinarê Xamo Spas Helîm. Texmîna min ne şaş bûye.

Ömer Özmen Kek Zinar.Nave xwe Mehmet Sari.Anuha li Avustralya Merlbon diji. Helbestvan u edebiyatzanek Tirk e. Ev kes, di dibistana Mamostayi ya EdenE de hevale min bu. Li gundelk Muradiya Wan e, 3 sal mamostayi kir.Di dema mamstayiya xwe de bi taybeti li ser Zimane Kurd xebiti. Anuha kurdi diaxife. Mın welki dın kes nenasand.Sılav.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE