12 januari 2019

Çima profesorekî tirk kurdî fêr nabe ?


Çima yek profesorekî tirkê kurdî fêr bûbe tuneye?

Çima di nava tirkan da akademîsyen, profesor û kurdologên tirk tunene?

Abûqat Necat Zivingî pirsek ji kurdan kiriye, gotiye:

”Heya niha kesî dîtiye ku profesorekî tirk hînî Kurdî bûye?
Tenê behsa zanîn û biratiyeke derewîn dikin
Û ji bo helandinê Kurdî bi Kurdan didin jibîrkirin”
Pirseke pir xweş û di cî da ye.

Li dinyayê ji gelek miletên cihê bi sedan kurdlog hene, lê wek Necat Zivingî jî gotiye, yek kurdologekî tirk, yek profesor, alimekî tirkê kurdî fêr bûbe tuneye.


Bi sedan akademîsyen û profesorên tirk yên bi erebî û bi farisî baş fêr bûne hene, lê yekî kurdî fêr bûbe tuneye. 

Kurdî fêr nabin çimkî ji kurdan û ji kurdî hez nakin. Çimkî ji kurdan nefret dikin.

Miletê meriv jê nefret bike meriv zimanê wî fêr nabe. Fêrbûna zimanekî girêdayî hezkirinê ye. Hezkirin tunebe fêrbûn jî nabe.

Lê ne tenê profesor û akademîsyenên tirk kurdî fêr nabin, siyasetmedarên wan yên bi salan e di nava kurdan da ne, bûne serok û parlamenterên kurd, ew jî du gotinên kurdî fêr nebûne. Di ser da bi tirkiya xwe me asîmîle dikin.



Rebin Özmen Mamoste hevalekî min ê tirk heye di beşê antropolojiyê de doktorayê dike û ji gelek nivîskarên kurd baştir bi kurdî dizane. Raste pirseke baş e lê mirov nikare vê yekê kategorîze bike. Herwiha Beşikçi jî ev çil salî li ser kurdan dixebite lê nizane bi kurdî..

Zinarê Xamo Baş e di nava 50 milyon tirk da wa ye îstîsnayek heye. Lê hîn nebûye profesor. Gelo ji ku ye?
Nivîsên wî yên bi kurdî hene, li ser kurdan çi nivîsî ye?
Zanîna çend gotinên kurdî têrê nake, dibê kanibe bi kurdî bixwîne û binivîse jî.
Wek te jî gotiye Beşîkçî bi kurdî nizane û ev jî tiştekî pir û pir xerîb e!
Kurdologên ewrûpî pir hindik bi kurdî zanin, lê Beşîkçî tu carî ev yek ji xwe ra nekir gelş. Nizanim çi ma?



XXX
Tirkiye nuha kane li rojava hin bajarên me dagir bike, lê tu carî nikane miletê kurd teslîm bigre. 

Tirkiye bi vê dagerkeriya xwe êdî ne li hemberî hêzekê, li hemberî miletê kurd şer dike. 

Ev milet zû dereng ewê zora dewleta dagirker û çeteyên wê yên îslamîst bibe.

XXX
Ez wer texmîn dikim di van rojan da moralê her kurdê welatparêz, bi xîret xerabe ye. 

Lê bêhêvîtî jî ne çare ye.

Me di tarîxa xwe da gelek rojên wiha dîtine.

Zor û zahmetiya derbas nebe tuneye.

Helbet ev rojên reş û tarî jî ewê derbas bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE