03 januari 2019

Bahozê dinya xera kir



Ev du roj in lawikê me Azad hatiye serdana me, min û xanimê ew li taxa xwe gerand û hin guherînên piştî wî bûne nîşanî wî dan. Lê xanim dorê nade min, herdu tim tenê kurepista wan bû.



Do bi şev li Stockhomê bahozek mezin hebû, guve guv û vizîna bê em ji guhan kirin, wek hûn di risman da jî dibînin daristan bûye wek qada şer, zalimê bê darên tu dibêjî ecêb wek qirşan û çiqlan li erdê belav kirine. Ba jî ne hindik e, heger xwe bike bahoz û bager kane dinyayê xera bike.





Tabloya me dît ecêb bû, darên pir mezin ji kok da rabûbûn û li hev siwar bûbûn. rê hatibûn girtin.

Li Swêd 100 hezar mal hîn bê elektrîk in...


2019-01-02

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE