20 januari 2019

Azana meleyê xiristîyan



Mêrikê gundî çûbû bajêr, çû mizgeftê ji bo ku nimêja îniyê bike. Wexta nimêjê hat mele azan da, got:

-Musilman dibêjin Allahu ekber !
Musilman dibêjin eşhedû en la îləhe îləllah!
Musilan dibêjin eşhedû enne Muhammeden Resûlellah.
Musilman dibêjin Heyya ale-selah, Heyya ale-selah
Musilman dibêjin Hayya ale-felah, Hayya ale-felah…
Yê gundî bi vî şiklê azanê matmayî ma. Piştî nimêjê çû ba mele, got:
-Mele di azanê da te çima tim digot musilman dibêjin û musilman dibêjin? Di azanê da tiştekî wiha tuneye, nabêje musilman dibêjin…
Mele got:
-Heyra ez ne musilman im, ez merivekî xiristiyan im. Li bajêr musilmanê bizanibe azan bide tuneye, lema xwestin ez azan bidim. Ji bo wê jî ez dibêjim musilman dibêjin, ne ez. Ez li ser nave wan azan didim…



Diran
Li eskeriyê çawîşê tirk Satilmiş neheqî li Temo dikir, tim bela xwe tê da, karê giran pê dida kirin. Temo rojekê qeherî û jê ra got:
-Ez ji Xwedayê xwe hêvî dikim hemû diranên te biweşin, yek tenê bimîne !
Satilmiş matmayî ma, got:
-Ji bo çi bira giş biweşin yek tenê bimîne?
Temo got:
-Ji bo ku ew jî biêşe, bi te biare !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE