06 januari 2019

Azadiya zarokên me girêdayî xebata me ye


Gelek caran em ji pêşiyên xwe gazinan dikin, nifiran li wan dikin, dibêjin çima wan jî weka xelkê dewletek kurd ava nekirin.

Heger ew jîr û biaqil bûna û neyartiya hev nekirana nuha em ne di vî halê perîşan da bûn, nuha em kurd jî xwedî dewlet bûn.

Ji ber ku yekîtiya xwe çênekirin nebûn xwedî dewlet, nikanîbûn zora dijminên xwe bibin, tim şikiyan. 


Çimkî di nava wan da yekîtiyeke netewî tunebû. Hinekan serî hildan, hinek bûn hevalên dijmin, hinek jî bêdeng man...

Bi baweriya min, gazinên me jî û nifirên me ji pêşiyên me di cî da ne, heger ew biaqil bûna, neketana pîsîra hev,  heger wan jî wek xelk û alemê, wek cîranên xwe destên xwe bidana hev û yektîya xwe çêkirana, hinek jê nebûna hevalên dijmin ewê jî bibûna xwedî dewleteke netewî. 

Lê ji ber ku ji bo vê hedefê têra xwe nexebitîn, ji ber ku yekîtiya xwe çênekirin, man bindest û nebûn xwedî dewleteke netewî.

Nuha heger em jî wek pêşiyên xwe bikin, ji dêlî hevkarî û yekîtiyê ve em jî têkevin gewriya hev û berjewendiyên şexsî, malbatî û partîtiyê di ser berjewendiyên netewî ra bigrin, em jî nikanin tu Kurdistanana va bikin, emê jî ji zarok û neviyên xwe ra bindestiyê bihêlin.

Ev sedansal in em di bindestê faris, tirk û ereban da ne. Bira Kurdistan çê bibe û bira em kurd jî bibin xwedî dewleteke netewî kî çê dike bira çêke, kî dibe serok bira bibe. Bira çend salan jî em di bin destê Barzanî, Talabanî, Goran, PKKê û PYDê da bin, bira çend salan jî ew li me zulmê bikin. 
Qet nebe vana kurd in.

Ma qey bindestî, zulm û zora tirk, ereb û farisan ji ya kurdan baştir e?

Bira dewletke min hebe bira destpêkê wek Îranê, Tiriyê, Îraqê be, bira yekî ez jê hez nakin, ez pir li dij im bibe serok. Ezê li hemberî wî micadelê bidim. Nîhayet tu kesê, tu rejîma ebedî tuneye, rojekê ewê dawî li serdestiya wan jî were...
Azadiya zarok û neviyên me girêdayî xebata me ya îro ye. Heger em baş bixebitin, yekîtiya xwe çêkin, di xebata xwe da jîr û biaqil bin, dost û dijminên xwe baş ji hev bigerînin, neyên lîstikên neyarên xwe û avakirina Kurdistaneke serbixwe bikin hedef û armanca xwe, emê ne bindestiyê, azadiyê, emê mîrateke baş ji zarokên xwe ra bihêlin. Dû ra ewê nifiran li me nekin û naletê li me nebarînin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE