06 januari 2019

Amerîka: ew qebûl nake Tirkiye li Sûriyê kurdan bikuje

Piştî Pompeo, Bolton jî got ew qebûl nakin Tirkiye li Sûriyê kurdan bikuje, heta ew parastina kurdan negrin bin garantiyê ewê leşkerên xwe ji Sûriyê paş da venekşînin.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Amerîkayê John Bolton gotiye: " "heta derbarê parastina kurdan da rêkeftinek neyê îmzekirin em leşkerên xwe ji Sûriyê venakişin."

John Bolton di serdana xwe ya Îsraîlê da gotiye: "Pozîsyona Trump ew e ku Tirkiye kurdan nekuje û Amerîka heta rêkeftineke kurdan biparêze neyê kirin venakişe."

Du sê roj berê jî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Pompeo jî gotibû:

”Heta Tirkiye li gel me ne di nav koodinasyoneke tam de be em naxwazin operasyoneke leşkerî li Sûriyê pêk bîne."

Dibê dinya baş bizanibe heta Tirkiye dev ji Sûriyê bernede şerê Sûriyê tu carî naqede. 

Heger Tirkiye sibe ji Sûriyê vekişe û piştgiriyê nede çeteyên îslamî şerê Sûriyê tavilê diqede. 

Şerê Sûriyê Tirkiyê derxist û ancax Tirkiye kane dawî li şer binîne. 

Tirkiye îro emir bide çeteyên xwe, hemûyên wek segan li ser dêla xwe bikevin û şer ewê di nava çend rojan da biqede.

Daîş, Tehrîr El-Şam, Nusra û nizanim çiyê Nûreddîn Zengî hemû çeteyên Tirkiyê û hin dewletên din in. Xwediyên çeteyan kînga emir bide wan şer diqede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE