30 januari 2019

Ala Kurdistanê ne ya tu partîyê û tu kesî ye



Çend kesên xwenezan do li Brukselê êrîş birin ser avahiya nûnertiya Kurdistana Federe û Ala Kurdistanê daxistin jêr.

Di vîdeoyê da meriv dibîne xwedêgiravî bûyera Şêladizê protesto dikin, Barzanî rexne dikin.

Hin kes li dijî Barzanî ne, hin kes li dijî PKKê ne. Kî hevalê kê ye, kî li dijî kê ye serbest e. 


Ez ne li dijî protestokirin û rexnekirina tu partî û tu serokî me. Rexnekirin mafekî demokratîk yê her kesî ye û dibê meriv li dij dernekeve.

Lê daxistina Ala Kurdistanê kêmaqiliyeke mezin e. Ala Kurdistanê ne ya Barzanîyan e, ya miletê kurd e. 

Îro Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê be jî, nûnertiya Kurdistanê ya Brukselê jî ne ya wî û ya malbata Barzanî ye, ew jî ya miletê kurd e. 

Lema jî êrîşkirina ser nûnertiya Kurdistanê û daxistana Ala Rengîn ne protestoyeke rast e, bêedebî û kêmaqilî ye.

Yê piçek aqil pê ra hebe li ser navê protestoyê û rexnekirina barzanîyan ala welatê xwe danexe. Kê ev aqil dabe wan xwenezanan ya kêmaqil in ya jî nêtxerab in.

Her çiqas li hemberî alê bêhurmetî nehatibe kirin jî daxistina alê şaş e, bêşiûrî ye.

Hin kes vê bûyerê wek êrîşeke li hemberî alê nîşan didin lê ev jî ne rast e. Bûyer çi ye dibê meriv wê rast bibêje û dîsa rexneyê xwe bike. Lê belê belovacî nîşandana bûyerê jî ne xweş e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE