06 december 2018

Yekîtiya Ewrûpayê bi bertîlkirina Tirkiyê xweliyê li serê xwe dike


Yekîtiya Ewrûpayê biryar daye di sala 2019a da 1,45 mîlyar euroyê din xûgiyê bide Tirkiyê. Ez bawer dikim ev qismê pêşî ye, hewqasê din jî ewî dû ra bidin.

Helal be ji Erdogan ra, ji 28 dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê her sal çend milyar euro xûgiyê digre.


Erdogan, siyasetmedarên ewrûpî baş nas kiriye, zane ew ji çi tirsonek û bêşexsiyet in, Yekîtiya Ewrûpayê ji xwe ra kiriye manga dermale, baş didoşe û bi perê wan jî çeteyên xwe yên îslamî xwedî dike.

Abd Alrahman Karaman MIXABE .
EV KESIN XIRISTÎYAN PIR TIRSONEKIN .

Ismail Kılınçaslan Tirsonektî li alîkî her careke sînor vedike bi hezaran mirov derbasî Ewrûpa dibin. Ewrûpayî dibê li wan kesan xwedî derkeve wan bi cîh bike zikê wan têr bike. Ji devla li ser wan û 10 milyara rûnê 3 milyara didin Turkî û dibên wan neşînin. Turkî jî nêbî dixu û nêvî li penabera didi. Herdû alî jî li fêdene.

Zinarê Xamo Dîsa dişîne, roja neşîne tuneye. Lê êdî ne bi hezaran, di dehan, bi sedan dşîne. Ji Pakîstanê, Afganîstanê, Belûcîstanê, Kafkasan, Afrîkayê bi sedhezaran li Titkiyê top kirine û rojê çend hevan dixin rê...

Bi bertîlkirinê dawiya vî îşî nayê, bi milyonan di rê da ne, dibê darê zorê nîşan bidin. Çeteyên tirk koçberan top dikin. Tirkiye bixwaze yek kes jî nikane bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibe.

Di ser Îranê ra her roj qefle bi qefle însan tên Tirkiyê. Tiliya dewletê di vê da heye. Tirkiye ji herdu aliyan jî pera qezenc dike. Him ji koçberan digre, him ji Yekîtiya Ewrûpayê.

XXX
Li ser bextê Francis Bacon be, li gora baweriya wî her tiştê kevn baş e, heta bigihîje êzingan jî kevn baştir e. 

” Yên herî baş dişewite êzingên kevn e, kesên hêrî bêtir bawerî pê tê dostên kevn in, yên herî rehet tên xwendin jî nivîskarên kevn in.”

Ezêngê kevn me qebûl, hişk e ji ter baştir dişewite, lê belê her hevalê kevn û her nivîsakrê kevn ji yên nuh baştir e zêde neket serê min.

Li gel ku "kevn" mefhûmeke îzafî ye, ez dibêjim di nav yên kevn da jî û yên nuh da jî kurmî û deq hene. 

Min bi xwe di nava hevalên kevn û nivîskarên kevn da gelek kuş û kurmî dîtine…
Erdogan her roj hevalên xwe yên kevn dixe qulikê û terorîst îlan dike û ji xwe ra hevalên nuh dibîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE