17 december 2018

Xeta xwar ya gayê pîr e


Ji ber evîndariya hin kurdan ya di medyaya sosyal da dibînim carnan pir bêhêvî û reşbîn dibim û dibêjim xwezî ez kor bûma min nikanîbûya ev nivîsên kurdan yên bi tirkî bidîta û bixwenda.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye, yên herî bêtir bûne muptelayê tirkî yên zana û girregirr in, yên bûne rêber û serokên kurdan.



Xwedêgiravî xwenda, zana, nivîskar, siyasetmedar, akademîsyen û bîrewerên gelê xwe ne, lê ji dêlî kurdî fêrî xortan bikin, bibin pêşengên xortan, wan dihewisînin tikî.

Qutnebûna kurdan ji tirkî û temaşekirina li asîmîlasyona miletekî min wek mûmê dihelîne. Ez hewqasî rexne dikimînsan  carnan însan aciz dibin. Lê bi qasî ez dibînim rexne êdî pere nake. Asîmîlasyonê bi milyonan kurd kiriye aşê xwe û hêdî dihêre.



Du sê gotinên herî basît jî ne bi kurdî, bi tirkî dinivîsin. Bi rastî meriv
Bi rastî meriv bêhêvî dibe.

XXX
Hin berpirsên ENKSê fena ku tu sûc nekiribin, fena ku pir û pak bin di telewîzyonan da xwe bêsûc û paqij nîşan didin.
Gunehê xwe bi gelê Efrînê tînin. Bi derewan hêsirên tîmsehan dibarînin.
Emelê pîrê nayê bîrê.
Pîrê têr bû ji kirê,
paşê sêwî hatin bîrê..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE