03 december 2018

Weleh min ji bîr kiribû



Xeloyê dîn li kêlek hewz(birk) rawestiyabû û li nava avê dinêrî, dixwest bizanibe hela ka masî di hewz da hene ya na. Ji nişka ve şemitî û di hewz wer bû. Bû qîre wîra wî, got haho, haho, ez dixeniqim(difetisim), min xelas bikin !
Yekî li wir pê da qîriya, jê ra got:



-Law Xelo, te ajnê zanîbû, tu çima ajnê nakî?
Xelo got:
-Wî weleh tu rast dibêjî, bi Xwedê min ji bîr kiribû ez ajnê zanim…
Û dest bi ajnê kir û ji hewz derket…

XXX

Me îro ceriband

Du dîn ji tîmarxaneyê(nexweşxaneya dînan)reviyan. Tuxtor, personalê nexweşxanê heta danê êvarê dera lê negeriyan nema, lê nedîtin. Vegeriyan nexweşxanê, hew dîtin wa ye herdu jî li wir in. Tuxtoran bi meraq ji wan pirsîn, gotin:
-Ji vêsê da ye em li we digerin, ciyê em lê negeriyan nema, hûn bi ku da çûn?
-Me îro ceriband, sibe emê birevin…

XXX
Jê tê

Melê Meşûr li kerê xwe yê wenda bûbû digeriya, ji hal da ketibû, erd qelişî bû kerê wî ketibûyê. Êdî hêviya xwe ji dîtina wî birî bû. Çend xortên nehs rastî Mele hatin, gotin:
-Seyda, qet lê negere, me bihîstiye kerê te bûye qaziyê(qadiyê, hakimê) filan derê …
Mele got:
-Weleh jê tê. Gava min ders dida guhên xwe mûç dikir. Ji wê çaxê da diyar bû çavê wî li qadîtiyê ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE