07 december 2018

Vêsê bi xewneke xweş şiyar bûm


Xwedê bi xêrê bigerîne, vêsê (vê sibehê) ez bi xewnekê şiyar bûm. Xortekî li ser blogeriya min bi min ra hevpeyvîn dikir.

Min got: ”Ev 11 sal in bloga min hindik-rindik heye. Ez blogerê kurmancî yê pêşî me…”

Li odê du xortên sivik hebûn, nahsî dikirin, dikeniyan, bi dengê bilind dipeyivîn...
 

Xortê bi min ra hevpeyvîn dikir xwest ew hinekî bêdeng bin.

Lê guh nedanê, henekên xwe domandin.
 
Li ser vê, xortê bi min ra hevpeyvîn dikir rabû ew ji odê qewitandin, şimikek lastîkî li erdê bû, bi wê şimkê bi wan ket û ew ji odê derxistin. 

Hevpeyvîna me sabote bûbû…

Ez bi xwe hesiyam. Rabûm ser xwe, min li saetê nêrî, saet 06.30 ye. Wexta rabûnê û xurîniya min bû.

Ez rabûm, min çû destê xwe şuşt û qahwa xwe ya sibê da ser û dest bi hazriya xurîniya xwe kir.

Ez mam li bende qahwê. Qahwe çê dibû, bîna wê difûriya, dihat pozê min. Heta qahwe çê dibe, berî ez kompîtorê vekim, ez di telefonê da li posta xwe û li malperên xwe dinêrim.

Min rahîşt telefonê û bala xwe da e-maila xwe, fbê û twîtta xwe. 

Min dît wa ye Enwer Karahan li ser strana ”Eşqa dila zor e” pirsek ji min kiriye, gotiye, ”Qesta te Zubêr Salih  e?”

Do derengê şevê min strana Zubêr Salih ”Eşqa dila zor e” belav kir û wiha nivîsî, ” Îmana min di vê strana Zubêr Salih da ye...Ezê îşev têr li guhdarî bikim...”

Enwer xestiya bizanibe îmana min di stranê da ye ya jî di dengê Zubêr Salih da ye. Min wer fêm kir. Min got:

” Qesta min stran e, lê Zubêr Salih jî pir ji dil dibêje. Gotina wî jî dilê meriv melûl dike. Meriv kal be jî dil tim dilbijok e.”

Gotinên stranê ya kê ye nizanim, lê straneke pir xweş e û Zubêr Salih jî wek evîndarekî kezebperitî pir ji dil û ji kezebê dibêje, pir bi dilşewatî dibêje. Dilê meriv zîz dike.

Xwezî min bikanîbûya bistira û li ûdê xista. Lê ne dengê min tu deng e, ne zanim kilamekê bibêjim û ne jî zanim li amûreke muzîkê xim. Ji dengê ûdê, cumbûşê û kemanê pir hez dikim. 

Di xortaniya xwe da min çend stran ji ber kiribûn, lê min ew jî ji bîr kirine. Yanî êdî ne ji defê ra dibim û ne jî ji zurnê ra. 

Tiştê di destê min da maye tenê guhdarîkirine…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE