08 december 2018

Van rojan baş digerim



Do êvarî ez mîvanê Nîmet Aydin û Leyla xanimê bûm. 

Xanima min hinekî westiyayî bû, bi min ra hevaltî nekir, ez bi tenê çûm. Minê Wehbî Aydin bidîta. 

Mahmûd Lwendî û xanima xwe,  pîrek û keça Selîm Bakacê rahmetî jî hatin.
 

Me heta derengê şevê sohbetek xweş kir. Di rabûnê da min telefona xwe ji bîr kir. Bi kalbûnê ra hiş jî kêm dibe. 

Min û Wehbî Aydin, me yê îro kekê Mehdî Zana bidîta û bi hev ra navroj(firavîn)bixwara,  lê ez bê telefon bûm. Min do bi şev ji Wehbî ra gotibû em lê ku hev bibînin, lê ew der gelkî mezin û dereke tevlihev bû, ez ditirsiyam em hev nebînin.

Axirê şansê min hebû me zû hev dît û me bîstekê bi kekê Mehdî ra sohbet kir.

Îro jî Evdirehmanê Gundikî kitêba xwe(Nameyek ji Şirnexê)saet di 14.00a da li Kitêbxaneya Kurdî îmze dikir. Ev cara pêşî bû di îmzekirina kitêbekê da hewqas qelebalix dibe, cî tunebû, gelek kes ji pê ma.

Kekê Evdirehman di kitêbê da qala jiyan û serpêhatiyên xwe yên siyasî yên van 60 salê dawî dawî dike.


2 kommentarer:

  1. Svar
    1. Tiştê tu baş nizanî xwe tevê neke!. "ez van rojan e bash digerim.!" çewt e.
      Yek, cumle bi herfa biçûk dest pê nake.
      Dudu, "e" ya piştî "rojan" zêde ye.
      Sisê, meriv kane cumleyê bi pronav/cînava "ez"ê jî dest pê bike û bê pronav jî.

      Radera

PARVE BIKE