25 december 2018

Tirkan tiştê anîn serê ermeniyan û serê miletên din nuha jî tînin serê me


Ev dinya ya zaliman û xurta ye, kî xurt û xwedî hêz be ew bi heq e û kane her zulmê bike. Heta kane welatan dagir bike û xelkê bi darê zorê ji welatê wan, ji malên wan derxe û welatê wan bide hinekên din…

Tiştê Tirkiye îro li rojava dike ev e, welatê kurdan dagir dike û dide qatil û çeteyên îslamî. 


Kurdên binê xetê tu xerabî bi Tirkiyê nekirine, derbek berra leşkerekî tirk nedane, kevirek navêtine ji qereqol û leşkerekî tirk da.

Lê dîsa jî li ber çavê hemû dinyayê Erdogan dibêje ewê rojavayê Kurdistanê dagir bikin û bi xwe girê bidin.

Erdogan dibêje çi li hundur, çi li der, yanî li tu beşekî Kurdistanê gerek kurd ji bindestiyê xelas nebin, nebin xwedî dewlet.

Ev yek ji roja Tirkiye ava bûye stratejiya Tirkiyê û hemû tirkan e; dibê kurd nebin xwedî dewlet, bihelin, hêdî hêdî bibn ereb, faris û tirk. Ji kemalîstan bigre, heta bi faşîst û îslamîstan bigre, stratejiya hemû hêzên tirk ev e. 

Wezîrê Karên Derve Çavişoglu gotiye, ”Tirkiye bibêje ewê têkeve Sûriyê ewê têkeve û Amerîkayê jî ev yek qebûl kiriye.”

Mêrik pir vekirî dibêje, ji ber ku xurt û çavê wan kurdan dibe, dibêje ewê welatê kurdan, gund û bajarên kurdan dagir bikin.

Û wek li Efrînê kirin ewê kurdan jê derxin û erebên Daîşê û qatilên îslamî di gund, bajar û malên kurdan da bi cî bikin, gundên kurdan, malên kurdan bidin çete û qatilên îslamî.

Û vê zulmê jî li ber çavê hemû dinyayê li kurdan dikin, Neteweyên Yekbûyî dengê xwe nake.

Amerîka, Rûsya bertîl kirine dengê xwe nakin. Yekîtiya Ewrûpayê newêre dengê xwe bike. Îran, Sûriye di bin ra heval in, lema qet dengê xwe nakin.

Ji ber ku dewleta kurdan tuneye û tirk xwedî dewlet û xurt in lema Erdogan û dewleta wî kane li ber çavê hemû dinyayê vê zulmê li miletê kurd bike.

Faransayê gotiye ewê ji Sûriyê vekişin, hela ka em  binêrin ewê çiqasî alîkariya kurdan bikin. Hêvî dikim ew jî wek Amerîkayê nekin.

Bi kurtî dinya bênamûse û kesê bêkesan tuneye, zalim û zorba xurt be kes li hember ranabe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE