16 december 2018

Te Ezraîl şand !



Reşoyê belengaz pir xizan bû, tunebûnê dabû dilê wî, rojekê êdî hew deyax kir, pişta xwe spart dîwarê hewşa xwe û destên xwe berbî hewa ve vegirt û got:
-Xwedêo, êdî hew kanim debar bikim, hema ruhê min bigre û min ji vê rezîliyê, ji vê dinya sefîl xelas bike baştir e…

Tam di wê nabênê da xurrînî bi dîwarê hewşê ket, dîwar hulşiya. Feqîro canê xwe bi zor xelas kir, dîsa herdu destên xwe rakir hewa û got:
-Malava, min ji mehan, salan carê ji te alîkarî xwest, ji dêlî tu alîkariyê bi min ra bikî, te kevir bi ser min da barandin û Ezraîlê xwe şand ser min. Careke din ne ji te tu alîkariyê dixwazim û ne jî keviran bi ser in da bibarîne. Ez li mala xwe, tu li mala xwe…


XXX

Masîgir

Yekî li keviyê(qeraxa)golê masî digirt. Bekçiyê ber golê çû balê, jê ra got:
-Birayê delal, li vir masîgirtin yasax e.
Mêrik got:
-Ez zanim yasax e.
-Madem tu zanî…
-Ez masiya nagrim.
-Îcar masiya nagre ! Wê demê ewê di destê te da çi ye?
-Ev ? Ev qamîş e.
-Le ew çi ye bi serê qêmîş ve ye?
-Mû ye.
-Û ew çi ye bi serê mû ve ye?
-Zûrî ye e.
-Ê heger tu masîya nagrî, wê demê tu çi dikî?
-Ma ezê çi bikim, ez ajnêberiyê fêrî zûriyê xwe dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE