21 december 2018

Swêd jî hêdî hêdî dibe welatekî erebî..



Ereban Swêd jî mift û belaş kirin welatê xwe. Swêd gav bi gav di her warî da dibe welatekî ereban.

Erebî li Swêd bûye zimanê resmî yê duyem. Tu telefonî kîjan dahîreyê dikî teyb bi swêdî, îngilîzî û erebî agahdariyê dide te û dibêje tu dixwazî bi kîjan zimanî bipeyive? 
Ereb bi zimanê xwe perwerde dibin û ji meleyên Daîşê dersên dînî digrin. Ji zarokxaneyan bigre, heta bi hdibistanan û hewzên ajnê û xwarinên li dibistanan, her tişt li gorî şertên îslamî û daxwaza musilmanan e.

Yanî erebeke, pakîstanî û somaliyek li welatê xwe çawa dijî, li Swêd jî wer dijî.

Erebî di hemû dahîreyên Swêd da bûye zimanekî resmî û ereb di her dahîreyê da wek li welatekî ereb be kane bi zimanê xwe her karê xwe bimeşîne.


Nuha min telefonî ciyê tuxtorê diranan kir. Bi swêdî jê ra dibêjin ”fålktanvård”, yanî ciyê lênêrîna diranan ya gelî. Teybê bi swêdî, îngilîzî û erebî agahî da min û got heger tu dixwazî bi filan zimanî bipeyive pê li filan numrê ke….


Sekretera ez pê ra peyivîm jî ereb bû. Sekreterên merkezên tuxtorên diranan û merkezên tedaswiyê hema hema hemû ereb in. Heta nuha min çendcaran telefon kiriye wiha bûye.

Yanî ereban bi nîv henekê Swêd jî girtin. Ji xwe êdî urf û girêdan û adetên ereb û musilmanan û zewaca bi 4 jinan ra jî li Swêd tê qebûlkirin. Hewzê zarokên keç û lawan jî êdî bûye bi swêdiyan dan qebûlkirin. Û mizgeft jî roj bi roj zêde dibin. Tiştê kêm tenê hatina ser hukim e, ew jî çend salên din ewê bibe…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE