31 december 2018

Senator Graham: mitefikên me kurd ewê werin parastin !


Senator Lindsey Graham bi Trump ra hevdîtinek kiriye û dibêje piştî vê hevdîtinê ew gelkî rehet e.
Trump jê ra gotiye sê şertên paş da vekişîna wan hene.

1) Daîş ewê bi temamî were îmhakirin.
2) Îran ewê li derên vala bibe bi cî nebe.
3) Mitefikên me kurd ewê werin parastin.


 Graham li dijî biryara Trump bû, li gorî wî dibê leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û rojava nuha venekişin. Graham dibêje wî ji Trump ra gotiye:

” Heger Amerîka vekişe kurd ewê werin qetilkirin.”
Dibêje lê piştî piştî hevdîtina bi Trump ra ”ew xwe gelekî baş hîs dike, ‘Trump hin tiştên min nizanîbû û pê kêfxweş bûm ji min ra gotin.”

Ev xebereke xêrê ye. Graham dibêje gelek tiştên wî nizanîbûn Trump jê ra bahs kiriye û vê yekê jî ew pir kêfxweş kiriye. Bi kurtî dibêje Amerîka ewê kurdan bi tenê nehêle.

Graham, piştî li Qesra Spî bi Trump ra û bi serokerkan Joseph Dunford ra peyivî li ser hevdîtina xwe agahdarî da rojnamevanan û got:

”Li ser hedefa me ez tu carî hewqasî ne xweşbîn bûm. Ez bawer dikim em bi zanîn kar hinekî hêdî dikin. Paşdefikişîn ewê hêdî be. Di serdana Îraqê da qumandaran ji Trump ra gotiye Daîş hîn bi temamî îmha nebûye û ev jî bûye sebebê çavê Trump vebe. Trump gelek tiştên min nizanîbû ji min ra qal kir. Di mesela Sûriyê da ez xwe nuha baştir his dikim. Soza bi temamî qedandina Daîşê da min. Got nuha em hîn ne li wê nuxtê ne, lê soza qedandinê da min. Berî vekişandinê ewê ev şertên jêr werin temîn kirin."

1) Daîş ewê bi temamî were îmhakirin.
2) Îran ewê li derên vala bibe bi cî nebe.
3) Mitefikên me kurd ewê werin parastin.

Ez hêvî dikim ev gotinên Graham ne vala û bêbingeh bin û bi rastî jê Amerîka kurdan bi tenê nehêle.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE