30 december 2018

Sala fermanê !


Heger em kurd jî wek hin welatên Ewrûpa "gotina salê" hilbijêrin, gelo emê ji bo sala 2018a kîjan gotinê hilbijêrin?

Li Swêd ji sala 1986a û vir da ye “gotina salê” û “gotinên salê” tên hilbijartin. 

Li Swêd îsal 32 gotin hilbijartine û ewê van 32 gotinên nuh li ferhenga swêdî  ya 2019a zêde bikin.


Û gotina salê ya îsal jî #metoo  ya jî “Me Too” ya bi îngilîzî ye, yanî  “ez jî” . 

“Me Too”, li swêd wek tevgereke li dijî tacîzên seksî yên li hemberî jinan dest pê kir û olaneke mezin da.


Ez fikirîm min ji xwe ra got, heger em kurd îsal gotina salê hilbijêrin, gelo emê kîjan gotinê bikin gotina/peyva sale?

Ji bo dîtina gotinekê ez gelkî fikirîm û min gotina “sala fermanê” maqûl dît.

Mezinên me jî gava qala bûyerekê ya jî sala ya jî rojbûna zarokên xwe dikirin, digotin “sala berfa sor”, “sala xelayê”, “sala fermana fila..."

Bi baweriya min em ji sala 2018a ra bibêjin “sala fermanê” ewê na şaş be. Bi rastî jî sala 2018a jib o me kurdan bû sala fermana kurd.

Erê sala berî wê, sala 2017a jî saleke malwêran bû. Lê îsal ji par jî xwerabtir e. 

Her sal serê salê em dibêjin sal bi sal xwezî bi par ! Lê îsal em dibêjin heftê û heft xwezî bi par !

Li her çar perçê Kurdistanê li me ferman e, neyarên me wek gurên har dora me girtine û zûre zûre wan e û ji vir û ji wê da dajon ser me.

Me got belkî Amerîka îcar dest ji ber me nekşîne lê wa ye Trump ew hêviya me jî hema hema pûç derxist. Hêvî dikim di sala nû da Amerîka ji bin da alîkariya xwe ji ser kurdê PYDê û kurdên rojava qut neke.

Halîhazir him li rojava û him jî li başûr rewş baş xuya nake û îhtîmala xerbtir bibe jî heye.

Lê kane hin pêşketinên em nuha texmîn nakin jî çê bibin. Herêm ne sabît, bêîstiqrar e, di sala 2019a da her tişt kane biqewime; tiştên pir xerab jî û yên nîsbeten baş jî.

Di nava dijminên me da yê herî har û devbixwîn tirk in, Tirkiye ji bo ku kurd li rojava nebin xwedî desthilat, mafekî mayinde bi dest nexin û li başûr jî nebin xwedî dewlet çi ji destan tê dike, her xerabiyê dike. Nahêle kurd bîna xwe bigrin.

Ya herî xerab li hemberî hewqas êrîşên hovane jî hêzên kurd, partiyên kurd li başûr û rojava hîn bêtifaq in, hîn yekîtiyeke netewî ava nekirine.  

Li bakur ji xwe rewş pir xerab e. HDP xwe wek partiyek kurd û Kurdistanî nabîne, dibêje ez partiyeke Tirkiyê me û lema jî bi hêz û partiyên kurd ra jî nayê ba hev û bi hev ra cepheyekê ava nekin. Dewlet ji vê bêtifaqiya kurdan sûdê digre.

Hêvî dikim di sala 2019a da hin surprîzên baş çê bibin û em piçekî bîna xwe bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE