09 december 2018

Rojên kitêbên kurdî fikreke pir baş e



Weşanxana Avesta beşdarî Fûara Wanê nebûye. Xwediyê Avestayê Evdila Keskîn gotiye:
”Em careke din wê kêfê nedin wan ku me red bikin. Jixwe vêga em li ser hin alternatîfên piçûk dixebitin, mixabin em zeîf in, lê dîsa jî wekî rojên kitêbên kurdî, emê hin tiştan biceribînin, 2019 em hêvîdar in ku karibin li çend bajaran pêk bînin.”


Bi baweriya min "rojên kitêbên kurdî" fikrek pir baş e, dibê weşanxaneyên kurdî bi hev ra biceribînin.

Heta ji me were dibê di her warî da em xwe ji tirkan dûr xin. Ji xwe ew jî me qebûl nakin.

Em çi qasî xwe ji wan dûr xin hewqasî li kara me ye. Di hevaltiyê da, di siyasetê da, di zewacê da yanî di her têkiliyê da ew li karê ne û em li zirarê ne. Dûro bi nûro.

Çi mêr, çi jin, gava bi tirkan ra dizewice dibe tirk.
Deh kurd bin û yek tirk be, zimanê cimatê dibe tirkî.
Tirkek dikeve nava partiyek kurd, bi zimanê xwe, bi siyaseta xwe kurdan dike tirk.

Di fûarên tirkan da ji bo xatirê weşanxaneyên kurdî kurd diçin wan fûaran kitêbên tirkî dikirin, pir hindik weşanxaneyên tirk jî fînanse dikin.

Bi baweriya min madem ew me qebûl nakin, dibê em jî wan qebûl nekin, heta ne mecbûrî be di tu warî da bi wan ra nekevin nava têkiliyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE