01 december 2018

Nêçîr



Min û xanimê di telewîzyona Swêd da li fîlmekî danîmarkî temaşe kir. Fîlmekî pir xweş bû.
 
Navê fîlm ”Jakten” e, yanî Nêçîr. Fîlmekî drama bû.

Lucas (Mads Mikelsen) li bajarekî biçûk mamosteyê zarokxaneya berî dibstanê ye. Ew û pîreka xwe ji hev qetiyan e û ji bo ku welayetiya lawê xwe bigre, yanî ji bo ku lawê xwe bigre ba xwe micadeleyeke mezin dide...
 
Di vê nabênê da dilê wî dikve yekê û moralê wî baş dibe. Lê ji nişka ve û bi şiklekî ne rast û bêasas wî bi pedofîliyê îtham dikin. Polîs îfada wî digrin lê belê ji ber buhtan e, berdidin. 

Lêbelê pere neka, derew carê belav bûye û her kes wer bawer dike. Hemû nas, dost, heval û der û dora wî lê tên xezebê, her kes ruyê xwe jê diguhere. Hevala wî jî ji derewên der û doran bawer dike û li ser vê Lûcas wê ji mal diqewitîne, ji hev diqetin.

Karkirên markêtê xwarinê nafroşinê, lêdixin, kûçikê wî dikujin, bi şev cama paca wî dişkênin. Welhasilî kelam gelek îş tê serî. Lê dû ra mesele derdikve ortê, fêm dibe tiştekî wer tuneye, îdîayeke, texmîneke bêbingeh e. Sebeb jî fantaziya keçikeke 5-6 salî ye. 

Gava bêgunehiya Lucas derdikve ortê her kes ji kirinên xwe poşma dibe û her kes pê ra li hev tê, dostayî û hevaltiya nemabû, ji nuh ve bi paş da tê.

Danmarkî di film da gelkî jêhatî ne. Nêçîr jî him bi mijara xwe û him jî bi lîstikvanên xwe fîlmekî serketî bû. Lê bi taybetî Lucas(Mads Mikelsen) muhteşem bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE