06 december 2018

Mîvan û serê li malê



Nasekî Melê Meşûr di ber mala wî ra derbas dibe, serê Mele di pacê ra dibîne. Ji xwe ra dibêje wa ye Mele li mal e, ezê herim bîstekê li balê rûnim û dadigere mala wî.

Kêfa Mele jê ra nayê, gave Mele dibîne mêrik tê mala wî serê xwe ji ber pacê dide alî û ji xanima xwe ra dibêje dema li min pirsî bibêje Mele ne li mal e.
Mêrik dihere li derî dixe û pirsa Mele dike. Jinik dibêje Mele ne li mal e.
Mêrik meselê fêm dike, dibêje:
-Ê dema hat mal jê ra bibêje gava bi derekê da dihere bira serê xwe li mal ji bîr neke…


Bavê te çi karî dike?

Lêwik ji hevalê xwe ra got:
-Bavê min mamosteyiyê dike. Bavê te çi karî dike?
Hevalê wî bersîv dayê, got:
-Diya min çi karî bidê wî karî dike.

Roja qiyametê

Mamoste di dersa dîn da ji xwendekarên xwe ra qala roja qiyametê dikir. Piştî axaftina xwe qedand got:
-Gelo tu pirsên we, tu tiştekî hûn bipirsin heye?
Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:
-Mamoste, roja qiyametê dibistan jî ewê tahtîl bibin ya na?

Berçavk

Melê Meşûr şev nîvê şevê ji nava nivînan hol bû û bi qîrîn ji pîreka xwe ra got:
-Zû berçavka min bide min !
Jinik ji xew hol bû, bi matmayî got:
-Xêr e, vê nîvê şevê tu dikî berçavkê çi bkî?
-Ez xewneke pir xweş dibînim, lê ji ber ku berçavk ne li ber çavê min e ez hin tiştan baş nabînim. Ez ji te ra dibêjim zû berçavkê bigihîne min…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE