09 december 2018

Merivê ji xwe şerm neke kane her sextekariyê bike


Rektorê Zanîngeha Artukluyê(Mêrdînê) Prof. Ahmet Agirakça, di tercumeya kitêba “El- Kamil fi’t- Tarih” da hemû gotinên ”kurd” kirine ”tirk.” 

Agirakça heta hûn bibêjin yekî neyarê kurda ye û merivekî pir rezîl û bêşexsiyet e. 



Li welatekî din ne mimkûn e kes cahiletî wiha bike mamosteyê zanîngehê. Lê li Tirkiyê şelafî her rutbeyê bi însanan ve dike, yê bibe şelafê îktîdarê kane bibe profesor jî û heta rektor jî.


Xwedêgiravî navê wî profesor e, rektor e, lê di wergera metnekê da bêexlaqiya herî mezin dike. Çimkî ne exlaq heye, ne jî şexsiyet.

Îslamiyên tirk di kitêbên Seîdê Kurdî da jî gelek sextekariyên wiha kirine. Yanî di warê sextekariyê da sicîla îslamiyên pir xerab e. 

Kemalîstan jî di gelek kitêb û hin çavkaniyên tarîxî da gelek tahrîfatên wiha kirine. Lê belê tu kes bi qasî îslamîstên tirk ne rezîl û bêexlaq in.  Îslamaîstên tirk gava mesele kurd û Kurdistan be sextekariya, namerdiya nekin tuneye. Ji faşîstan jî zîdetir neyarên kurdan in. Her tiştê tirk li ser kurdan û Kurdistanê belav dikin dibê meriv bi şik lê binêre.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE