09 december 2018

Meraqa hakim


Pirsa hakim û bersîva diz
Hakim ji diz pirsî:
-Lawo ne paçe şikyaye, ne jî derî, hela ka bibêje tu çawa ketî hundur malê?
Diz hinekî fikirî û got:

-Hakim beg, ma em hatin vir mahkime bibin ya jî sirê sinetê xwe îfşa bikin?


XXX
Bi keça min dikve
Mele li mizgeftê weaz dida, şîret li cimatê dikir:
-Dibê em li keçên xwe xwedî derkevin. Keçên vî zemanî pir vekirî digerin, boyaxê pir di xwe didin, gelek xişir mişir bi xwe ve dikin… û got û ha got. Ji cimatê yekî dît mele pir dirêj dike, got:
-Mele, tu wa dibêjî lê belê keça te jî wan tiştan dike.
Mele got:
-Erê tu rast dibêjî, lê Xwedê heye, pir bi keça me dikeve…

XXX

Moz
Ji yê rihayî pirsîn, gotin:
-Baskê wê heye nafire, derziya wê heye pê venade, kewara wê heye hingiv çê nake. Ew çi ye?
Yê rihayî got:
-Ez bikutime qûnî moza werganî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE