26 december 2018

Ma li ba we jî benîştê qanikê hebû?


Îro ji nişka ve bîranîneke min ya zaroktiyê hat bîra min. Ezê nuha bi kinî qala wê bikim.

Li Wêranşarê di dema zaroktiya min da cûrekî benîşt hebû, me jê ra digot ”benîştê qanikê.”
Benîştekî pir hişk bû, dayikên me, mezinan, bi taybetî pîrekên pîr û navsele ji bo ku em ji wan ra nerm bikin didan me zarokan, digotin a ji w era bicûn, ji me ra nerm bikin...

Me zarokan jî çend saetan, belkî jî rojekê(nuha baş nayê bîra min çiqas dem)ew benîşt dicû û nerm dikir. Berê hinekî tahl bû, dû ra tahlî jê diçû. Heta me nerm dikir çenga me diêşiya. Piştî benîşt nerm dibû, ji me distendin û dicûn.

Baş nizanim benîştê qanikê ji çi cê dikirin. Lê heger ne şaş bim digotin nizanim ji şîrê kerengan, kertalan ya jî ji şîrêza darekê çê dikin. Jê ra digotin benîştê kerenga jî. Ji ku dihat nizanim. Lê li dikanan dihat firotin û etaran jî dibirin gundan.

Ev benîşt ne ambalajkirî bû û bi heban nedihat firotin, gelek, belkî 30-40 qanik, cûm bi deziyekî ve bûn û merv wek qorek morî dikirî. 

Berî cûyinê benîştekî hinekî esmer bû, lê piştî meriv dicû him spî dibû û him jî tahma wî xweş bû. 

Ew benîşt hîn heya na nizanim.

Gelo li herêmên Kurdistanê yên din jî ”benîştê qanikê” û ev adeta zarokan ji mezinan ra nerm dikirin hebû? 

Û ev benîşt ji çi çê dikirin?

Belkî li herêmên din navekî wî yê din hebû.


Bube Eser Erê kek Zinar diya min tim ew benişt dicût. Lê ji ber wê nikarîbû ew nerm bikira berê dida me. Ji ber ku gelekî sert bû, bi çûtineke zêde ew nerm dibû. Me jî heta ku ew nerm dibû dicût dûre dida dayê. Me jî jê re digot beniştê aanik.

Rizgane Nure li serheda me jî em dibêjin benîştê qanokê sivte ewilî hişke tehlê meriv ji tema cutinawê têr ne dibu

Mehmet Fauzi Özmen Em dîbêîn Benûshtê Kerangan. Lê Kereng bê kere cîzkîrîne ra Qanîk tê gotîn. Wêxta Ez shîvane Berxan bûm, mîn jî Keren Qanîk kiri bû.

Narin Şekhe Belè mamoste! Li ba be ji hebû benişté qanokè şirè giyayek dianîn dikelandin dixistin benişt di despékede pir tal bû.


2 kommentarer:

  1. Xalo, ev benishte tu dibeji benishte kerengan e. Qanik ez bawerim bi dimili/zazaki benisht e.
    Ji aliye Chermuge dihat.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê me jî digot benîştê kerenga. Ji xwe di nivîsê da min gotiye digotin ji şîrê kerengan ya jî kertalan çê dibe.

      Radera

PARVE BIKE