05 december 2018

Li Tirkiyê rengê kesk û fîkandin jî li kurdan yasax kirine



Li Tirkiyê êdî fîkandin jî li kurdan yasax e. Kurd êdî nikanin tulumekî baranê jî li xwe kin. Dewletê ji fêkandinê, ji kilamên kurdî, ji kincên kurdî bigre heta bi navên kurdî jî li kurdan yasax kiriye. 

Esra Ronya Şeran, ji ber ku tulumekî rengê kesk, xakî li xwe kiriye li Rihayê hatiye girtin û jê ra pênc sal ceza tê xwesitin.

Du xortên kurd ji ber ku li fitikê xistine, ji wan ra heta 15 sal ceza tê xwestin.


Koalîsyona MHPê û AKPê bi van kirinên zorba, ne însanî dixwaze kurdan çavtirsiyayê bikin, ji bo ku kurd xwe ji her tişt û sembolên bîna kurd û Kurdistanê ji werin dûr bigrin. 

Lê hîn jî kurdên hevaltiya vê rejîma zalim û zorba û neyarê qewmê kurd dikin hene.


XXX
Tiştê herî ecêb meriv tiştekî him şaş, çewt bibîne û him jî bike; tiştekî him rast bibîne û him jî neke. Hin kes him dibêjin rast e dibê meriv bi kurdî binivîse, ya rast ev e lê dîsa jî dev ji riya xwe ya şaş û bi zirar bernadin. Gotinên min tesdîq dikin lê wek min nakin.

Umrê min bû 68 min ji kurdên bakurî tiştek fêm nekir, destê wan ne ji dêrê dibe, ne ji mizgeftê. Di orta dêr û mizgeftê da mane bênemaz...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE