23 december 2018

Kurd êdî bi virên we naxapin


Hûn înkar bikin jî, rastiyê belovacî nîşan bidin jî kurd zanin hûn derewan dikin û piştgiriyê didin qatilan.

Waliyê Sakaryayê li ser gulebarankirina bav û lawê bi navê Qadir Sakçî û Burhan Sakçî, ji ber ku gotibûn em kurd in beyanek daye û gotiye ev îdîa ne rast e, Qadir Sakçî û lawê xwe ne ji ber ku gotine ”em kurd in” hatine kuştin, di nabêna wan û sûcdar da minaqaşe çê bûye û dû ra hatine gulebarankirin.
Daxwiyaniya walîyê Sakaryayê wiha ye:


“Di hinek dezgehên medyayê û li ser hesabên medyaya civakî sedemên êrişa çekdarî ya 16ê Kanûnê ya li navçeya Hendekê hatiye manîpulerkirin û dixwazin bidin xuyakirin ku ew êriş ji ber sebebekî nijadî rû daye, lê ew ji rastiyê dûr e.” 

Ev beyana walî jî nîşan dide dewlet û hukûmet piştgiryê dide qatilan û sûcê wan, cînayetên wan îdare dikin, berovacî nîşan didin.

Ev beyana walî ji bin da vir e, Qadir Sakçî û lawê xwe ji ber ku kurd bûn û ji bo ku gotin em kurd in hatin kuştin û birîndarkirin. Û ev ne cara pêşî ye tirk tiştên wiha dikin, bi sedan numûneyên wiha hene. Ji ber ku li muzîka kurdî guhdarî dikin kurd tên girtin û dikevin nizaretan. Gava dewlet kurdan ji ber guhdarîkirina muzîkê bigre, tirk jî ewê wan bikujin. 

Walî û hukûmet ji dêlî vê cînayeta irqçî û faşîzan mahkûm bikin, manîpule dikin, dibêjin ne rast e. Weleh rat e û him jî sedîsed.



Bes manîplasyona wan maskeya wan dixîne û wan bêtir rezîl dike, nîşan dide ku dewlet ne li dijî qetlên wiha ye. Ji xwe beyanên serokkomar û wezîrên tirk yên serapê kîn û nefreta li hemberî kurdan e. Kesên li axaftin berpirsiyarên dewletê guhdarî bikin helbet ewê maf li ba xwe bibînin kurdan gulebaran bikin û bikujin. Çimkî hemû berpirsiyarên dewletê kurdan neyarên xwe yên herî mezin nîşan didin. Pir normal e tirk jî neyarên xwe bikujin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE