19 december 2018

Korfahmî


Dibistana gund nuh vebûbû û mamosteyekî nuh hatibû. Di dersa xwe ya pêşî da ji xwendekaran ra got:
-Di nava we da kî xwe korfahm, aqilsivik his dike bira rabe ser xwe !
Ji kesî deng derneket. Dû ra Sosin rabû ser xwe. Lê tiştek negot, wer ji piya sekinî.
Mamoste got:

-Ma tu xwe korfahm, aqilsivik dibînî?
Sosinê got:
-Na mamoste.
-Ê wê demê tu ji bo çi rabû ji pê?
-Ji bo ku min ne xwest tu tenê ji pê bimînî lema ez rabûm…



Heb

Bijîşk/tuxtor hebên di reçetê da nivîsî bûn bi pîrê didan naskirin, digot kîjan heb ji bo kîjan nexweşiyê ye, jê ra îzah dikir. Piştî yek bi yek îzah kir, got:
-Te baş fêm kir? Ya sor ji bo êşa zik e, ya zer ji bo dil e, ya kesk ji bo çongê ye û ya spî jî ji bo berşoşkê ye.
Pîrê got:
-Erê min fêm kir, lê hêvî dikim heban jî ciyên xwe nas kirin...


Dersa matamatîkê

Azadê biçûk ji dibistanê hat mal, pir xemgîn xuya dikir. Bavê wî got:
-Xêr e lawê min, tu çima îro wiha bêmad û xemgîn î?
-Di dersa matamatîkê da min 1 girt!
-Ji bo çi te 1 girt?
-Mamoste got 3x2 dike çiqas? Min got dike 6.
Bavê wî lawê xwe tesdîq kir û got:
-Ê bersîv rast e…
-Lê dû ra mamoste got:
-Baş e, le 2x3 dike çiqas ?
-De wê da biteqize, çi ferq dike, herdu jî yek in !
-Ê min jî ji mamoste ra eynî tişt got, lê xwe xeyidand û 1 da min…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE