06 december 2018

Ka werin li vê vîdeoyê temaşe bikin !


Di vê sohbeta di nabêna pîra Eyşê ya pazarcikî û neviya wê ya biçûk da meriv bi rengekî mîzahî, trajîkomîk mirina kurdî xweş dibîne.
Nevî û pîrik(bapîr) ji hev fêm nakin. Nevî asîmîle bûye û hewil dide bapîrê xwe jî asîmîle bike. Hinekî bi ser ketiye jî, lê ne bi temamî. Pîra Eyşê bi wefata xwe ra ewê kurmancî jî bi xwe ra bibe gorrê...

Temaşe bikin û bibînin em kurd û di çi halî da ne…
Diyaloga pîra Eyşê û neviya wê


XXX
Sirri Sureyya Onder jî şandin zindanê. Meriv hewqasî jî bêexlaq û bêbext nabe, berê wezîfe danê, kirin qasidê dewletê, hewariyê aştiyê, nuha jî ji ber ku di nabêna dewletê û Ocalan da qasidî kiriye mêrik dixin hevsê.
Zereyê exlaq, bext bi van ra tuneye. Merivê biçûk pir bêbext dibe.

XXX
Tu nikanî bi dijmin qenekê nebe hevalê wî û neyarê qewmê xwe. Tu leke ji lekaya hevalbendiya dijminê welatê meriv dagir kiriye ne pîstir e.

Her kes, her şaşî kane were efûkirin, lê ne kesê xiyanetê bi welatê xwe ra dike û dibe hevalê dijmin.

XXX
Tirk baş zanin ew peykerên mezinên kurdan jî hilweşînin, fîtikê jî li wan yasax bikin, pîsiyê jî bi wan bidin xwarin, zimanê wan jî yasax bikin, her roj heqaretên herî mezin jî li wan bikin, kurd ewê xwe ji wan aciz nekin. 

Lema jî tirk kirinên xwe, zulma didomînin.

Tirk çi bikin jî ne muhîm e, bi milyonan kurd dixwazin bibin tirk. Tirk viya zanin û dibînin. 

Lema jî tepa xwe ji serê kurdan kêm nakin. 

Lê bêxîret nabêjin ay jî, dibêjin ox, bindestî û xulamtiya tirkan çi xweş e...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE