14 december 2018

Ji roja dinya ava bûye tu kesî bela û mukreke hewqasî mezin nedîtiye

Em kurd li belayek wiha rast hatine ji roja dinya ava bûye û însaniyet xuliqîye û hetanî nuha tu miletekî din rastî belayeka hewqasî mezin nehatiye, tu kesî belayek, qîrek, bobelatek, mukreke hewqasî mezin û pîs nedîtiye.

Tirk bûne gurên har û bi me kurdên bêkes ketine, dixwazin me bixwun. Dibêjin gerek hûn wek kurd li vê dinyayê nemînin. 


Em dikin nakin em ji destên wan xelas nabin. Dibêjin em kanin bi we û lema jî gerek em we bixwin. 

Dibêjin gerek kurd li tu dera dinayê ji bindestiyê xelas nebin, dewleteke din heq bide wan jî em qebûl nakin, dibê kurd li her derê kole bin.

Kurdên rojava xîçek jî navêtine ji tirkan da, lê dîsa jî bela xwe ji wan venakin, dibêjin emê hemû rojava wek Efrînê dagir bikin. Emê ereban di gund û bajarên we da bi cî bikin.

Û Sûriye jî dengê xwe nake, lê vê zorbatiya Tirkiyê temaşe dike. Xwedêgiravî hemû erdê di destê kurdan da welatê wan e jî. Lê li ”welatê xwe” xwedî dernakevin, axa xwe naparêzin.

Ji ber ku çavên tirkan me dibire li ber çavê dinyayê dikin me bixwun.  

Bi bindestiya 20 milyon kurdên bakur nayên serî, nahêlin kurdên rojava jî azad bibin.

Ji bo ku rojavayê Kurdistanê dagir bikin û hemû kurdan êsîr bigrin û mecbûrî koçberiyê û tehcîr bikin bi hezaran leşker û sîlehên giran li ser sînorê rojava kom kirine û ji bo êrîşê ji Amerîkayê destûrê dixwazin. 

Kurdên rojava, PYDê, YPGê ji mirîşkek tirkan ra jî negotine kiş. Lê dîsa jî pere nake, ji ber ku bi me kanin, dibêjin emê we bixwun.

Dinya alem zane tirk li ser me neheq in, her kes zane kurdên rojava û PYDê tu xerabî bi Tirkiyê nekiriye, yê neheq û zorba ew in. 

Lê pere nake.
Ji ber ku mêrikan xurt in kes newêre dengê xwe bike, kes newêre bibêje bela xwe ji kurdan vekin.

Ji bo ku êrîşî ser Kobanê bikin li hincetekê digerin, hezar derewan li hev digerînin. Ji do da ye serokê Tirkiyê Erdogan dibêje nizanim ji ku derê êrîşî leşkerên me kirine… 

Vir e, tu êrîş mêrîş tuneye, heger hebe wan bi xwe kiriye. Kanin bi sedan leşkerên xwe jî bikujin ji bo ku qulpekê bi dest xin. 

Hîn do bû serokê MITê Hakan Fîdan got, “gava hewce be emê çend bombeyan bavêjin ji xwe da…”

Ji bo ku êrîşî ser Kobanê, Serêkaniyê, Minbicê û Qamîşloyê, Amûdê bikin her roj telefonî berpirsiyarekî emerîkî dikin. 

Do telefonî serekerkanê Amerîkayê kirin. Diyar e destûra êrîşî û qirkirina kurdan negirtin. 

Îro jî Erdogan telefonî Donald Trump kiriye. Ji hev ra çi gotine nizanim. Nuha ji bo êrîşê û qirkirina kurdên rojava asteng tenê Amerîka ye, lema jî bi şev û roj telefonî emerîkiyan dikin. 

Ji Rûsyayê destûr girtine, lê ew têrê nake, dixwazin ji Amerîkayê jî destûrê bigrin, ji bo ku bi rehetî û têra dilê xwe kurdan bikujin.

Bûne wek kerê tu nişadirê di qûnê bidî, tebatî nayê wan, 24 saetan viz li ortê dibin, ji bo êrîşê planekê çê dikin, yekê xera dikin. 

Li Tirkiyê her kesî xwe daye bende kurdan, miletê tirk bi bêsebriyek mezin li bende dagirkirina rojava ye. 


Neyartiya kurdan ji bo tirkan bûye afyon, Erdogan her roj bi vê afyonê, kokaînê tirkan di xew ra dike. 


Bi neyartiya kurdan radibin, bi neyartiya kurdan radikevin. Her kesî çavên xwe pel û guhên xwe bel 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE