11 december 2018

Hemû xeyal e


hinekî mest im
Ne bînteng im
ne kêfxweş im
nizanim çi dixwazim
nizanim çi binivîsim
dikevim xem û xeyalan
xerîbî
surgûnî
tenêtî
bindestî
bêwelatî

bêwefayî
durûtî
hemû dikevin ser hev
barê dil giran dibe
Du hundurê min da şewatek heye
pêl li bin guhên hev dikevin
Lê min sar
ez diqefilim
dengê guve guva ba û bahozekê tê min
guh didimê
tişt tuneye
hemû xeyal e
Visa fler reaktioner

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE