24 december 2018

Heger me got em kurd in dibê zimanê me jî kurdî be


Gotina "ez kurd im" baş e, serîhildana li hemberî zulmê û dagirkeriyê ye. dibê meriv li nasnameya xwe xwedî derkeve, wê înkar neke.

Lê belê dibê "ez kurd im" bi tirkî neyê gotin, bi kurdî were gotin. Bersîva qatilan û dagirkeran anya herî rast devjêberdana ji tirkî ye û axaftin û nivîsîna bi kurdî ye.


Li Tirkiyê kurdbûn tim barekî giran û bi rîsk bûye û îro jî wisa ye. Kesê kurdbûna xwe înkar neke û lê xwedî derkeve û bi xwaze bi tirkekî ra bibe xwediyê eynî mafan her tim bedelekî mezin daye û îro jî dide. Lema jî gotina ”ez kurd im” muhîm e. Lê belê dibê meriv wek kurd jî bijî.

Heger em kurd dibê em wek kurdan bijîn.

Heger em kurd in dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin, bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin. Bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.  

Îro tiştê em kanin ji destên dagirkeran û ji talanê xelas bikin tenê zimanê me maye. 

Bêyî zimên em nikanin tu tiştekî welatê xwe biparêzin, her tiştê me di bin destê wan da ye.
 
Lê heger em bixwazin em kanin zimanê xwe ji talana wan xelas bikin.

XXX
Yekî mealen yanî kêm zêde tiştekî wiha gotiye:
”Jiyan carnan piştî tu por diweşînî û serzulût dibî şeh dide te," dibêje fermo porê xwe şeh bike.
Bi Xwedê eynî wisa ye. Piştî ku por tunebe jahrê di şeh kim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE