02 december 2018

Gazina min û bersîvên xwendevanan


Bloga min hindik-rindik 500 hezar tikandin derbas kir. Do min nivîsek li ser nivîsî. Di nivîsa xwe da min bi kurtî qala 11 salên blogeriya xwe kir.

Ev 11 sal in bloga hindik-rindik heye. Her roj dinivîsim. Min 5406 nivîs di bloga xwe da belav kirine. Ev jî tê maneya di 11 salan da min her roj nivîsek nivîsîye û hezar nivîs jî zêde...


Ez blogerê kurmancî yê pêşî me.

Heta nuha yanî ji do da ye kesekî tenê(Înan Eroglu) di blogê da nivîsa min şirove kiriye. Di facebookê da 6 kesan û di twîttê da jî 4 kesan nivîs ecibandine.

Ji ber vê eleqeya zêde pir kêfxweş bûm… 

Carnan dibînim di twîtt û feysê da gava keçikek dibêje ”şevbaş!”, ”rojbaş !”, bi sedan kes şirove dikin… 

Piştî vê gazina in çend kesên din jî lê zêde bûn.

Kes şirove neke, neecibîne jî bi her roj sedan û hin rojan jî bi hezaran kes riya xwe bi hind-rindik ddixe.

Selami Doğan Mamê Zinar bi rastî ji roja ewil a ku mi li ser face hûn naskirine vir va we dişopînim li ser twettirê jî wisa, lê blogê nizanim çawa dikevim çawa dibim abone mi rê pê dernixist, yan na ez ê li wir jî bibama şopînerê we. 

Erê bi yek û didûyan tiştek naçe serì lê Kurd -mixabin- di warê xwandinê da, di tiştê wan pêşdixîne da xemsar in...

Zinarê Xamo Gelek spas ji bo şiroveyê Selamiyê hêja. 

Guh medê, ez ji kurdan memnûn im. Min tenê qala realîtê kir.

Zinarê Xamo Di dawiya blogê da li milê rastê ev nivîs heye:
”Eger tu dixwazî bizanibî Zinarê Xamo kînga, çi dinivîse, e-maila xwe qeyd bike û bibe abone”

Di binê vê nivîsê da meriv e-maila xwe dinivîse û dişîne. Dû ra piştî her nûkirina blogê yanî her cara min nivîsek di blogê da belav kir ewê agahî were e-maila te.

Selami Doğan Mamê Zinar sihet xweş bî, her hebî, me ji wî zar û zimanê we yê şîrin gelek fayde hilda...qelema we her berxwedar be...

Selami Doğan Dikarin linka bloga xwe jî bi me ra li vir parve bikin ji kerema xwe ra! 


Selami Doğan Zinarê Xamo bi wî awayê we raveda ez ê dest da wisa bikim her hebî Mamê Zinar bi saxî û silametî...

Tayyar Cicek Mamoste, keç û jin ji hezkirinê, mêr jî ji hêzkirinê hezdikin

Zinarê Xamo Erê rast e hezkirin tiştekî xweş e, lê bi min wisa tê mêrên kurd ji silav û "rojbaş" û "şevbaşa" keçan bêtir hez dikin...

Mahfuz Yildiz Seyda ew kayideya jiyanêye. Zarok jî ji dersan direvin xwe li leyskan digrin. Lê ez vîya baş zanim kesên ku xwe li te digrin, ez ne tê de, hêjayî sed kesên tolaz in!

Zinarê Xamo Gelek spas Mahfûz. Tu camêr î...

Federal Gundî‏: Xalo xwarzîyê te jî wisa ye :(

Zinarê Xamo‏: Min nizanîbû, hela ji min ra qala çend mêraniyên xwe bike...:))

Zinarê Xamo Gelek spas ji bo van peyvên te yên qidirşînas Welat Bazidî, xortê hêja.
Xwendin bi înteresê û bi hezkirinê dibe. Tiştên ez dinivîsim însan neecibînin naxwînin. Medayaya sosyayl gelek îmkanan pêşkêşî însanan dike, her kes nivîsên kêfa wî/wê jê ra tê dixwîne.
Lê yê min kes bixwîne, nexwîne ezê binivîsim. Yek, ez ji nivîsandinê, ji blogeriyê hez dikim û ya din jî ez bawer dikim hindik be jî feydeya karê ez dikim ji gelê min ra, ji tarîxa min ra, ji zimanê min ra heye.

Welat Bazîdî Apo roja min û cenabê we hev naskir min rojeka nivîsên te nexwandibe tune her çiqas ez tikandinê nekim jï ez dixwînim ne tikandina min jî tu dizanî ji ber çiye gere siyasîyê ye tu jî dizanî li vî welatî ti kes ne azade yek jî ji wan ezim emin. Lê bila tu zanibî xwînnêrên te dişopînin pirr in tu kêfa xwe binêre li ber tu tiştî nekeve silav û rêz ji cenabê te re.

Zinarê Xamo Ez zanim, ez blogerê herî zêde têm taqîbkirin.
Û ez rewşa welêt jî baş zanim. Ne hewce ye kesên li welêt nivîsên min biecibînin.




 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE