23 december 2018

Ez kurd im, welatê min Kurdistan e, zimanê min kurdî ye


Ez kurd im ne bi hev ve, cihê tê nivîsîn 

Do li Tirkiyê li Sakaryayê tirkekî bi navê Hîkmet Usta, kurdek û lawê wî yê 16 salî Bûrhan Sakçî ji ber ku gotibûn em kurd in herdu jî gulebaran kirin; bav Qadir Sakçî mir û lawê jî birîndar e.


Gelek kurd ji do da ye di medyaya sosyal da vê cînayeta irqçî û hovana protesto dikin û dibêjin ”ez kurdim û zimanê min kurdîye.”

Nivîsîna bi vî hawî şaş e, paşpirtika kurd ne pê ve, cihê tê nivîsîn. Yanî ez kurd im ne bi hev ve, cihê, wiha tê nivîsîn:

-Ez kurd im.
-Zimanê min kurdî ye.
-Welatê min Kurdistan e.  

Kurdî zimanekî fonetîk e, çawa tê axaftin wer tê nivîsîn. Di axaftinê da jî meriv ez kurd im ne bi hev va, cihê telafuz dike...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE