10 december 2018

Evîna welêt evîna herî mezin e!


Tu evîn bi qasî evîna welêt ne mezin û ebedî ye. Meriv ji welatê xwe, ji axa xwe, ji erd û ava xwe hez dike. Gava jê dûr dikve xembar û dilkovan dibe.

Ji ber wê ye dijminên xwînxwar hewqas sal in her hovîtiyê diceribînin lê dîsa jî dikin nakin, nikanin evîna Kurdistanê di dilê kurdan da vemrînin, tune bikin.


Welatê meriv mala meriv e, hêlîna meriv e. Merivê bêwelat, bêdewlet sêwî ye, bêmal û bêhal e, li kuça ye.

Êşa herî mezin meriv mecbûr bimîne welatê xwe terk bike, meriv sirgûn bibe. 

Bilbil xistine qefesa zêrîn lê dîsa jî gotiye ax weten, ax weten…

Dijminên me her tim xwestine kurdperwerên kurd, kesên evîndarên welatê xwe ji Kurdistanê dûr xin. Bi vî hawî nehîştine di nabêna nifşan da berdewamî çê bibe.

Nuha li her çar perçên Kurdistanê jî halê kurdan xerab e. Lê bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê rejîma AKPê zulmeke pir mezin li kurdna dike, milet pir perîşan e.Şertên micadelê pir zor û zahmet bûye.

Hêzên siyasî di warê legal û demokratîk da nikanin tu tiştekî bikin.

Lê tu zulm ne ebedî ye, ev rojên tarî jî ewê derbas bin…

XXX
Li gorî Francis Bacon, ”meqam ya başiya însên ya jî xerabiyê însên derdixe ortê.” 

Heta ku îslamîst li Tirkiyê nehatibûn ser hukim kesî nizanîbû ev mal û ev qumaş in, ji kemalîstan bêtir irqçî, faşîst û neyarên kurdan e. 

Lê îktîdara 16 salan maskeyê wan xist û eyarê wan yê rastîn derxist.
Pere û meqam wek kevirê mîhengê ne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE