04 december 2018

Ev risim neynika halê me ye


Heta em bêdewlet û bindestê tirk, ereb û ecem bin,
emê tim mahkûm û qaçaxçiyên welatê xwe bin.
Ev ne qeder e,
sebeb nezanî û kêmaqiliya me ye.
Heger zerreyê aqil bi me ra hebe
ev risim têra me dike
û hinekî jî zêde ye.


 


Evîn Ahmad artîst û lîstikvaneka tiyatroyê ye û li Swêd stêrkeke kurd ya nuh e û têra xwe jî bi nav û deng e.

Bavê Evîn Ahmedê kurdekî ji Silêmaniyê û diya wê jî ji Efrînê ye. Evîn Ahmedê heta nuha di gelek fîlm û piyesên muhîm da rol girtiye û gelkî jî hatiye teqdîrkirin.

Evîn Ahmedê romanek jî nivîsîye. Navê romana wê ”Rojekê ezê kelehekê ji pera ava bikim” (En dag ska jag bygga ett slott av pengar). 

XXX


David Ahlin di nivîsa xwe ya di rojnameya Sydsvenskan da dibêje di van 30 salên dawî da koçberiya ji welatên musilman û Afrîkayê demografiya nufûsa Swêd ji kok da guhert.

Nufûsa Swêd nuha 10,1 milyon e, ji viya 1, 9 milyon kesên kesên li derveyî Swêd hatine dinê. Û dema meriv zarokên van xerîban jî têxe ser, nufûsa xerîban, piraniya wan jî musilman û efrîkî, li Swêd digihîje 3 milyon î.

Davîd Ahlîn dibêje heger koçberî bi vî rengî dom bike 30 salên din ewê Swêd çawa be? 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE