30 december 2018

Ev jî kulînçeyên me yên sersalê ne




Ifara me ya dawî yanî lawikê me yê biçûk Rojen, îşev ji me ra kulînçeyên lûsîyayê çê kir. 

Swêdî jê ra dibêjin ” Lussekatt” û her sal di Noelê da çê dikin. Lê Rojen ji me ra her sal ne di Noelê da, serêsalê çê dike. Ev 5-6 sal in camêr her sersalê devê me bi vî hawî şîrîn dike.


Çawa li ba me eydîyan lêxistina kulînçan(kuloran)adet e, li Swêd jî di Noelê (Julê) da çêkirina lussekatt adet e, yanî ew jî wek kulînçê me ye.





Do êvarî em çend heval mîvanê Muzeyen xanimê û Mahmûd Lewendî bûn.

Şevbêrikek xweş bû, bû şevbêrka dawiya sala 2018a.

Gelek spas ji bo wê mazûbaniya ji dil, wan xwarinên xweş û erbane û qesîdeyên Lewendî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE