16 december 2018

Ereb ji tirkan dibizin û lema jî newrêrin li hemberî dagerkeriya wan dengê xwe derxin


Ez dibêjim belkî li vê dinyayê ji ereban pîstir û bêşexsîyettir mirov tunene. 

Xwedê giravî Sûriye û Îraq dibêjin em dewlet in, Tirkiyê gelek herêmên herdu welat dagir kiriye. Bi hezaran leşkerên tirk li Îraqê û li Sûriyê hene.

Erdogan bawer nedikir ewê kanibe hewqasî bi rehetî hewqas erdê Sûriyê û Îraqê dagir bike. Lê nuha êdî zane dilê wî ku derê bixwaze kane dagir bike.


Tirkiye her roj erdê Îraqê û Sûriyê bombebaran û topbaran dike. Bi sedan hemwelatiyên Sûriyê û Îraqê kuştine.

Lê heta nuha ne Sûriyê û ne jî Îraqê yek fîşek jî bera Tirkiyê nedane.

Lê ev jî ne bes e, bi hezaran ereb bûne xulamên tirkan û bi emrê wan şerê welatên xwe dikin. Erdê welatên xwe dagir dikin û didin Tirkiyê.

Ma bênamûsiyeke ji viya mezintir heye?

Marlo: Mixabin tu şaş î xalo. Ji tirkan pîstir qewm tune. Ereb deng nakin çimkî baş dizanin ku derdê tirkan ne welatê wan e, derdê tirkan pêşîlêgirtina li ber kurdan e. loma deng nakin. Lê roja ku tirk êrişê erebtiyê bikin wê hemû ereb rabin ser lingan.

Zinarê Xamo: Ez ne şaş im. Tirkiyê ev 80 sal in Enteqya/Hatay, Îskenderûn dagir kiriye. Di van 80 salan da Tirkiye Hatay kir tirk û li xwe heland. Lê ereb dengê xwe nakin. Hatay nuha herêmeke herî pan-turkîst e. Kîjan welatê ereb herêma Hatayê ji Tirkiyê dixwaze. Aqûbeta Efrînê jî eynî ye.

XXX

Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê heramzade wek her tim dîsa piştgirî daye êrîşa Tirkiyê ya ser rojavê Kurdistanê, gotiye “menfaeta Tirkiyê çi bixwaze helbet Tirkiye ewê wiya bike. Helbet Tirkiye ewê nehêle rêxistinên terorist li ser sînorên wê hêlînan çê kin.”

Ev ne cara pêşî ye, gelek carên din jî îspat bûye Kiliçdaroglu merivekî namerd e. 

Ew dibêje belkî bi namerdiyên wiha ewê xwe bi tirkan şîrîn bike, lê tirk naxapin, merivekî wiha bêşexsiyet nakin serokê dewleta xwe. Lema jî ji sala 2010a û vir da ye ev 8 hilbijartin e tirk wî rezîl dikin. Lê ji ber ku merivekî namerd û bêheya ye ji têkçûnê têr nabe. Çimkî li ber xwe nakeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE