16 december 2018

Emerîkayê firêna opozîsyona Sûriyê kişand !



Li gorî medyaya tirk dinivîse berpirsiyarên Amerîkî ji Hevpeymaniya Opozisyona Sûriyê û Artêşa Azad ra gotine bi Tirkiyê ra beşdarbûna wan ya operasyona ser HSDê û rojava tê wateya êrîşa ser artêşa Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî.

Li gorî medyaya tirk dinivîse Amerîkayê di mesaja xwe da gotiye ”hêzên Amerîkî û hêzên HSDê di nav hev da ne û her êrîşeke ser hêzên HSDê ewê bibe sebebê şerê bi hêzên Amerîka û Koalîsyona Navdewletî ra.”


Ev xeber çiqasî rast e, çiqasî ne rast e meriv nizane, di vî warî da di destê me da tu belge û çavkaniyeke saxlem tuneye.

Lê belê li gel vê jî meriv ji beyan û qareqara tirkan fêm dike ku Amerîkayê destûr nedaye êrîşa Tiriyê. 

Heger ne wisa bûya Tirkiyê ewê du sê roj berê êrîşî ser Kobanê û Serêkaniyê bikira.

Ji ber ku nikanîbûn êrîşî ser Kobanê û Serêkaniyê bikin, Şengal, Mexmûr û hin herêmên din bombebaran kirin. 

Bi dîtina min bêyî ”Artêşa Azad” Tirkiye êrîş nake, çimkî Tirkiye ereban di şer da dide pêş, wan ji xwe ra wek kerên nava mayinan bi kar tîne. Bi vî hawî zayîatên mezin nade, yên tên kuştin ne tirk in, ereb in.

Lema jî beşdarnebûna Artîşa Azad ewê îşê Tirkiyê xera bike…

Wek tê zanîn serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 12ê mehê da got ewê di demek pir nêz da li hemberî Rojhulatê Ferêt operasyonekê bidin destpêkirin.

Piştî vê beyana Erdogan bi du rojan yanî do,  Ajansa Anadolî ya tirk di xebereke xwe da dibêje berpirsiyarên Amerîkayê ji Artêşa Azad û hêzên muxalefeta Sûriyê ra xeber şandiye gotiye dibê hûn tevî operasyona Tikriyê nebin. Heger hûn tevî operasyonê bibin ev tê maneya êrîşa ser hêzên Amerîka û Koalîsyonê û netîcê wî jî ewê giran be.

Îdîa Ajansa AA wiha ye:

”Heger Artêşa Azad ya jî SMDKe bi hawakî tevî operasyona Tirkiyê bibe ev tê maneya êrîşa ser hêzên Amerîka û Koalîsyonê ye. Ev yek jî ewê bibe sebebê şerekî bi hêzên Amerîka û Koalîsyonê ra. Hêzên Amerîka û yên HSDê di nava hev da ne. Ji ber wê jî bêyî ku bi hêzên Amerîka û Koalîsyonê ra têkeve nava şerekî ne mimkûn e bi hêzên HSDê ra şere were kirin.”

Wek min li jor jî got, ev îdîa çiqasî rast e meriv nizane, lê hêvî dikim rast be.

Amerîkayê bi milyonan dolar rijandiye rojavayê Kurdistanê, bi hezaran çekên giran dane hêzên HSDê. Ez bawer nakim dewleteke wek Amerîkayê wan tiştan hemûyan li wir bihêle û ji ber Tirkiyê bireve. Yanî li gel ku di destê min d atu belge tunene jî ez bawer nakim Amerîka bihêle Tirkiye rojava dagir bike. Hêvî dikim ev texmîna min şaş dernekeve.







Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE