03 december 2018

Dostên me dixwazin em yekîtiya xwe çê kin


Wezîrê berê yê kar û barên derve yê Fransayê Bernard Koşner di hevpeyvîneke xwe da gotiye hêzên Fransa û Emerîka li Rojavayê Kurdistanê namînin. Lema jî dibê kurd dest bi diyaloga netewî bikin, yekîtiya xwe çê kin.

Bernard Koşner, dost û dilxwazekî kurdan yê ji dil e û haya wî ji siyaseta Amerîka, Fransa û dewletên mezin heye, zane di rojên pêş da ewê li Sûriyê çi biqewime. Lema jî ji nuha da bala kurdan kişandiye ser tahlûkeya rojên pêş û gotiye dibê hûn yekîtiya xwe ava bikin.


Dibê PYD, YPG guh bidin gotinên dostên xwe û kurdan û miheqeq ENKSê ji cepha ereb û tirkan derxin û yekîtiya netewî saxlem bikin.

Li herçar beşên Kurdistanê jî mertalê me yê herî mezin û saxlem tifaq û yekîtiya me ye. Dema em kurd li hev bin û yekîtiya me hebe, xelkê jî alîkariya me bike. Lê ew tunebe Amerîka jî, Fransa jî ewê piştgiriya xwe nedomînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE