29 december 2018

Dijminên me xurt in, karê me zor e, lê dîsa jî emê bi ser kevin


Li gel hemû zor û zahmetiyan jî dibê em di hedefa xwe ya azadiyê û serxwebûnê da tu carî dudil û bêhêvî nebin.

Dibêjin Edîson di ceribindinên xwe da 10 hezar carî bi ser neket dû ra ampûl û gramafon îcad kir.

Yê me kurdan jî eynî mesele ye, rast e heta nuha em gelekê caran bi ser neketine û me wenda kiriye.

Lê hin kar zor in, jê ra wextek dirêj, xebat û fedekariyên mezin lazim e.

Serxwebûna Kurdistanê îdîaleke pir mezin e, çimkî welatê me bûye çar perçe û dijminên me ji çaran jî pirtir in. Lema jî dibê ji destpêkê meriv bizanibe ev bar pir û pir giran e…

Kesên bêhêvî reşbîn in, dibêjin serketina me pir zor e, dijminên me pir xurt in, em nikanin zora wan bibin.

Lê kesên optîmîst û ji xwe bawer jî dibêjin rast e dijminên me xurt in, karê me zor e, lê belê biserketina me dîsa jî mimkûn e.

Em wiha nefikirin, em tenê zor û zahmetiyê û xurtiya dijminên xwe bibînin bêguman em bi ser nakevin. Ji bo ku em kanibin bi ser kevin dibê baweriya me bi me û bi serketinê hebe.

30-40 sal berê halê kurdan li gorî îro gelkî xerabtir bû, nuha li gel hemû zahmetiyan û trajediyên hatine serê me, rewşa me bi giştî baştir e, piştgirî û sempatiya navnetewî ya ji me ra li gorî salên berê pir û pir zêdetir e.

Bi taybetî jî di medyaya cîhanî da îmaja kurdan û sempatiya li hemberî kurdan û tevgera kurd ya netewî pir baş û xurt e. 

Kurd bi xwe jî li du beşeên Kurdistanê, başûr û rojava di warê leşkerî, siyasî û civakî da xwedî hêzeke desthilat û mezin in. Lê helbet em hîn gelkî dûrî azadî û serxwebûnî, jê ra hîn gelek xebat lazim e. Lê ewê jî rojekê mimkûn bibe, rojekê ewê ew roj jî were.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE