24 december 2018

Dibê meriv tu carî qedir û qîmetê nede kesên hevalên dijmin in


Mêrik berdevkekî û qelemşorekî dewletê û serokê Tirkiyê ye û têra xwe jî zimandirêj e.
Di telewîzyonên dewletê û yên neyarên kurdan da bi dijminên kurdan ra programan çê dike, berdevkî û şûrkêşiya Tirkiyê dike, her roj aqil dide tirkan.

Bêyî ku wî xwestibe û daxwazeke wî ya wiha hebe, bi emrê serokê Tirkiyê dibe namzedê AKPê yê parlamentoyê yê Wanê. 


Bi rengekî eşkere piştgiriyê dide êrîşên ser kurdên rojava û dagirkirina Efrînê û hemû rojavayê Kurdistanê diparêze. 

Yanî tirkekî nasyonalîst ji bo Tirkiyê û ji bo kurdan çi dixwaze, ew jî wiya dixwaze û her roj di telewîzyonên tirkî da piştgiriyê dide siyaseta hukûmeta AKPê û Erdogan.

Lê kurdperwerekî zana, dost û dijminê xwe baş nas dike dîsa jî ji vî merivî hez dike û kane bi çavê ”dostekî” lê binêre. 

Heger vî zilamê Tirkiyê û Erdogan eynî tişt û eynî kar di telewîzyonên Îranê û Îraqê da bikira, eynî piştgirî bida serokê Îranê Rûhanî û dewleta Îranê û serokwezîrê Îraqê û dewleta Îraqê, vî kurdperwerê me ewê ji wî ra bigota cahş, ewê bi çavê dostekî lê nenêriya. 

Lê ji ber ku zilamê Erdogan e wî wek dost û hevalê xwe dibîne û pesnê nivîsa wî dide. 

Rast e, mêrik xwedî qelemeke pir xurt e û têra xwe jî zana ye, bi çar zimanan baş zane. 

Lê dîsa jî serê nivîsa wî bixwe, dixwaze bira hingiv û gezo ji qelema wî biherike, piştî ku bûye hevalê dewleta welatê wî dagir kiriye, piştî ku bûye berdevk û şûrkêşê serokkomarê bindestman û azadnebûna kurdan ji xwe ra kiriye stratejiyeke esasî, tu qîmeta wê nivîsa wî tuneye, ew çi binivîse jî ji bo kurdan vala ye.

Merivê welatparêz, kesê bi rastî ji gel û ji welatê xwe hez bike, yê bixwaze gelê wî ji bindestiyê azad bibe, nabe hevalê partiyek û serokekî bindestmana kurdan, dewletnebûna kurdan ji xwe ra kiribe stratejîyeke asasî. 

Ma beşê Kurdistanê yê herî ezin ne di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye? Ma AKP ne hukûmet e û Tirkiyê îdare nake?

Ma Erdogan ne serokkomarê Tirkiyê ye?

Ê heger meriv welatparêz û kurdperwer be çawa kane bibe namzedê vê partiyê û heyranê serokê vê dewletê?

Nivîskarê wê nivîsa Xalid Sadînî qal kiriye zilamekî AKPê û Erdogan yê bi dil û can e, dibê meriv vî ciyê wî kesî û kirinên wî, şêla wî ya siyasî ji bîr neke û nebe heyranê nivîseke wî.

Piştî ku bû hevalê dijmin ew fêriştah be jî dibê meriv qedir û qîmetê nede wî û kesên wek wî..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE