04 december 2018

Dibê em xwe ji tirkî dûr bixin


Em çiqasî xwe ji tirkan û ji tirkî dûr bixin û giraniyê bidin zimanê xwe hewqasî baş e, hewqasî ji kurd û Kurdistanê ra xizmet e. Heger em bixwazin em kanin viya bikin, kes me mecbûrî axaftina tirkî, nivîsandina bi tirkî nake. Dûrketina, devjêberdana ji tirkî jî micadeleyeke hêja ye.


Heta ku ji me were, heta ku mimkûn be dibê em her tiştê tirkan û Tirkiyê, ereb û farisan boykot bikin. Yanî dibê em yek saniyê jî ji bîr nekin wan welatê me dagir kirine û kirine bindest. 


XXX
Hêza te hebe û tu dewletên mezin bertîl bikî, tu dîktatorê herî xedar bî jî, tu merivê dinyayê yê herî zalim bî jî, te li hemberî însaniyetê sûcên pir giran û mezin kiribin jî ewê te bidin ser serê xwe.

Pere, hêz hemû qirêjê paqij dike.
Dinya ne hevalê mezlûman, her tim hevalê zalima ye. Yê xurt bi heq e.

XXX
Baran Zeydanlioglu li ser tarîxa Betlîsê û kurdan ji swêdî, îngilîzî, fransî gelek wergerên hêja dike û di malpera ”Bîtlîs Name”yê da diweşîne. Bîtlîsname wekî din jî li ser tarîxa kurdan û Kurdistanê gelek nivîsên hêja diweşîne. Ji bo kesên ji tarîxê hez dikin û bi tirkî zanin Bîtlîs Name çavkaniyeke pir hêja ye.

Bi hezaran kurdên zana û ronakbîr li Ewrûpayê hene û gelekên wan bi çend zimanan zanin. Çend kesên din jî li ser tarîxa bajarên xwe bi qasî Baran Zeydanlioglu werger bikirana ewê ji tarîxa kurd û Kurdistanê ra bibûya xizmeteke mezin.

Baran Zeydanlioglu werdigerîne tirkî, yên bi kurdî zanin wergerînin kurdî başti

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE