15 december 2018

Dev ji derew û zexeliyê berdin û rastiyê bibêjin !



Yê xwedî ûjdan be, yê ne pir nezan, ne kêmaqil ya jî ne xayin û zilamê Tirkyê be, baş zane derdê Tirkiyê ne bi PYDê û YPGê ra ye, li kîjan beşî dibe bira bibe, di bin serokatiya kîjan serokî û kîjan partiyê da dibe bira bibe Tirkiye li dijî azadî û serxwebûna kurda ye. 

Tirkiye naxwaze kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî. Partî û serok ji bo Tirkiyê qet ferq nake.

Mehdî Eker jî serokê PYDê be, ya jî Huda-Par di dewsa PYDê da be Erdogan dîsa jî qebûl nake, dîsa jî ewê eynî neyartiyê bi kurdên rojava ra bike.

 
Yê bibêje na, ne wiha ruyê xwe reş dike, xayiniyê dike.

Û ji xwe Erdogan, tirk viya her tim jî dibêjin.  

Erdogan û berpirsiyarên hukûmeta wî her roj dibêjin heger kurd li Sûriyê jî wek li Îraqê bibin xwedî hukim û desthilat hebûna dewleta me, pêşeroja me dikeve tahlûkê.  

Yanî gava kurd li Sûriyê, kîjan partî dibe bira bibe ferq nake, bibin xwedî otonomî, federasyon ya jî serxwebûnê bi dest xin, ewê ji kurdên bakur ra bibe pişt û dû ra ewê dor were Tirkiyê jî. Tirk viya pir vekirî dibêjin.

Nêta Erdogan û tirkan kurdên bakur bihelînin, bikin tirk. Lema jî dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf. Xelasiya kurdên rojava ewê hêviya kurdên bakur ya azadiyê xurttir bike. Tirk wiha difikirin.

Erdogan heta nuha çend caran gotiye, ji ber ku Tirkiyê hîşt “bakurê Îraqê çê bibe şaşiyeke pir mezin kir. Lê ewê tu carî nehêlin bakurê Sûriyê çê bibe.”

Ne ku dibêjin dibê bi PYDê çê nebe, dibêjin gerek çê nebe, gerek kurd azad nebin, gerek demografiya Sûriyê ya îro neguhere.

Kesê eksê vê dijêje zilamê Tirkiyê ye.

Îro li rojavayê Kurdistanê ji deli PYDê, ENKS jî hebe Erdogan ewê eynî neyartiyê bi kurdan ra bike.

ENKS di nava muxalefeta Sûriyê û Artêşa Azad da ye, hevalê Tirkiyê ye. Tirkiyê Efrîn dagir kir.

Efrîn nuha di bin destê Tirkiyê d aye. Baş e heta nuha Tirkiyê hîştiye yek endamê ENKSê nigê xwe bavêje Efrînê?

Heger Tirkiye tenê li dijî PYDê bûya, PYD li Efrînê nema, çima Efrînê teslîmî ENKSê nake?

Çima nahêle Fuad Elîko, Îbrahîm Biro herin Efrînê îdare bikin?

Çima 200 hezar kurd ji Efrînê derxistin?

Çima dihêle çeteyên îslamî mal û milkên kurdan talan bikin?

Çima bi hezaran malbatên çeteyên ereb dibin li Efrînê di malên kurdan da bi cî dikin?
 
Dev ji zexeliyê û xayintiyê berdin û rastyê bibêjin, Tirkiye bi qasî neyarê PYDê ye hewqasî jî neyarê Mesûd Barzanî, PDKê, Goran û  YNKê ye jî. 

Ma Tirkiye ne li dij bû kurd li Kerkûkê ala xwe hildin?

Ma Tirkiye ne li dij bû Kerkûk têkeve destê kurdan?

Ma Tirkiye ne li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bû?

Ma Tirkiye li Îraqê ne li dijî serxwebûna kurda ye?

Heger meriv ne korfahm ya jî zilamê Tirkiyê be zane ku Tirkiye ji Tirkiye ji şexsan û partiyan bêtir, li dijî azadiya kurda ye, naxwaza kurd li tu beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjinn azadiya xwe, bibin xwedî welat û xwedî dewlet. Mesele ev e, PKK, PYD, YPG hemû demagojî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE