11 december 2018

Bi zorê em nikanin kesî bikin kurd



Bi hezaran, bi sedhezaran kurd, hinek eşkere û hinek jî di bin ra bûne hevalên neyarên me. Ji vanan hinek hene tam merivên dijmin in û bi dijmin ra şerê me dikin, vana îflah nabin û paş da venagerin. 

Lê belê hinek hene bêîstîkrar in, hîn tam nebûne merivên dijmin, em kanin wan ji ser vê riya şaş vegerînin, ji xafika neyar û xêrnexwazan xelas bikin.


Bi qehrê, bi rexneyên giran em nikanin van kesan ji dijminên xwe dûr bixin. Li hemberî wan dibê em siyaseteke bi aqil û zimanekî nerm û siyasî bi kar bînin. 

Nadîa Mûrad daye ser xeteke şaş, ev diyar e. Ew ne bi serê xwe ye, hinên li der û dora wê pê dilîzin, dixwazin ji kurdayetiyê bi dûr xin. Meriv di azaftinên wê da vê dilsariya wê baş dibîne.


Lê ya muhîm ewê têkliya me Nadîa Mûrad ra çawa be û emê û gelek kesên bûne destikên neyarên me ji ser vê riya şaş ça vegerînin. Dibê em bi aqilane hereket bikin. Dibê meriv êrîşî Nadîa Mûrad neke. Wê pir kişandiye. Rexneyên me dibê meqûl bin. Bi zorê, bi xeberan em nikanin kesî îqna bikin, bikin kurd. Hin êzdiyên bûne destikên dijmin êşa êzdiyan û Naîayê  îstîsmar dikin. 

Di vir da berpirsiyarî û barekî mezin dikeve ser milê ronakbîr û welatparêzên êzdî, dibê ew jî bêdeng nemînin.

XXX
Heger îqbal hate serî her kes dibêje aferî.

Nuha ji kurdan ra xerab hatiye, ku da davêjin xerab tê, bê kê ra dibin dost bêbext derdikve. Hela em binêrin ev bêşansî ewê heta kînga dom bike.

Carekê be jî kabê me mîr nayê, hevalê me mêr dernayê.
Hêvî dikim Amerîka jî me xeyalşikestî neke.

XXX

Em ji siyasetmedarên xwe gazinan dikin, dibêjin çima wiha nakin, wiha nakin, çima yekîtiya xwe çê nakin, filan û bîvan.
Kurdan gotiye, "tu çi têxî kewarê wê ew were xwarê."

Malzeme ev e, bi van kesan ev çê dibe. Ji bo siyaseteke baştir kesên nuh lazim in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE