16 december 2018

Berfeke hûr hûr dibare...


Saet ji 07.00a da ye ji xew rabûme û li ber kompîtorê me.

Wek her roj min berê heyranok û pêkenîna rojê nivîsî û dû ra bersîv da pirsên Devliken Kelogirî. 

Me çend gotn avêtin ji ber hev da, me zêde dirêj nekir…

Xanim hîn di xew da ye.


Berî ez kompîtorê bigrim û dest bi xwendinê bikim(kitêba Îhsan Nûrî Paşa, Serîhildana Agriyê dixwînim)ez çûm mitbaxê û min panjûra(jalûsîya)pacê vekir. Min dît berfê erd spîpoz kiriye, berfeke hûr hûr dibare. 

Kêfa min hat, ez ji berfê û ji sermayê pir hez dikim. Zivistan xweş e, derve sar e, meriv li der ve wek beytikekê diqefile û tê xwe davêje hundurê germ. Wê demê germiyan û hundurê malê pir xweş dibe.

Û meriv dû ra qahwa xwe çê dike û wek pisikekê xwe li ser dîwanê dirêj dike û di pacê ra li berfa spî ya der ve dinêre. Kêfa min gelkî ji vê atmospfere ra tê.

A nuha li hundur ew atmosfer heye, xanim hîn di xew da ye, ez bi tenê me û dikim rabim qahwa wax we bidim ser û dest bi xwendinê bikim….

Berf xweş e, bijî berf û serma. Lê dibê maleke meriv ya germ hebe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE