07 december 2018

Berê ji me ra dinya hewqasî ne biçûk bû


Wehbî Aydin, bi navê wî yê Swêd ”Kemalê Parîsê” ev çend roj in ji Parîsê hatiye Stockholmê. Me berê soz da ez, ew û Lewendî, emê li bajêr hev bibînin, dû ra plan guhertin, gotin wer em li mala Nîmet Aydin cimatê bigerînin û şêwrê germ bikin.


Heta nîv saetê ezê rabim herim mala Nîmet Aydin û Leyla xanimê, li wir emê bîstekê qala roj û salên borî bikin.

Sohbeta bi hevalên zaroktiyê û xortaniyê xweş e, meriv rojên borî bi hev ra yad dike, bi gotinê be jî meriv ji nuh ve rojên borî dijî, wan bûyer û rojan xeyal dike. Ew jî hestekî xweş e.

Ez bi xwe ji sohbet û şêwrên wiha hez dikim.

Berê em ji Wêranşarê, ji Swêhregê, ji Farqînê, ji Bismil, ji Dêrikê, ji Qezê, ji Cizîrê û ji Şirnexê diçûn û dibûn mîvanên hev. Med û mesafa me pir kin bû. 

Lê nuha yek ji Parîsê, yek Londonê, yek Berlînê tê û li Stockolma xopan digihîjin hev. Em ji welêt dûr ketine lê me dinya biçûk kiriye. 

Carnan hesret xweş e, meriv bi hev şîrîn dike…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE