31 december 2018

Ax ji derdê van rojbûnên kurdan !


Ecêba giran, nuha e-maila mina Outlookê bi derbekê da nêzî 300 bîranînên rojbûnê bi bîra min xist. Got îro roja jidayikbûna (rojbûna) 300 hevalên te ne...

Ji xwe rojbûna piraniya kurdên kal, pîr û navsale "0101" e.

Belkî 3-4 deqîqyan wer pîpepîpa telefona min bû, bênabên mesaj ji min ra hatin, got ”em bi bîra te dixin îro rojbûna filan kesî/kesê ye…” û dom kir, û dom kir…

Rojbûna min û xanima min jî "0101" e, lê helbet yê me herduyan jî ne rast e.

Heyra derdê hevalên pir jî nayê kişandin, her roj ji min ra bi vî hawî barek mesaj tên. Belkî teknîka meriv rê li ber van mesejan bigre heye lê ez nizanim. Ez davêjim navêjim dawî lê nayê, ez di ber mesaj û bîranînên rojbûna çûm.
Wa dîsa bû serê salê xewa min nayê
ez wan davêjim navêjim
dawî li mesajên rojbûnan nayê


XXX
Heyeta Erdogan li Kremlînê pûş kuta û destvala vegeriya
Tirkiye pir dixwaze êrîşî kurdan û rojavayê Kurdistanê bike û ji bo vê jî haziriyeke mezin kiriye. 

Lê nuha bi qasî xuya dike ne Amerîka destûrê dide û ne jî Rûsya. 

Tirkiye ne ji bo Minbicê tenê, ji bo dagirkirina hemû rojava ji Pûtîn û Trump destûrê dixwaze.

Lê heyeta Erdogan ya do çû Rûsyayê li Kremlînê pûş kuta û ji wir destvala vegeriya.
Rûsan destûr neda êrîşa wan. Lema jî êrîş ma buhareke din...

Tirkiye ji bo bikanibe rojava dagir bike bûye Hurmuza Heftmêrî, Erdogan geh bi Pûtîn ra flort dike, geh bi Trump ra, geh baz dide himêza Pûtîn û rûmasana didê, geh baz dide himêza Trump û wî memnûn dike. Lê feqîro dîsa jî tam nagihîje armanca xwe...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE