03 november 2018

Xwedê ewê bela te bi te lê nizanim kînga



Yekî rojekê xewnek dît. Xewna xwe meraq kir, rabû çû ba rimildar(fahlvan). Xwest rimildar jê ra fahlekê veke. Dest pê kir xewna xwe ji rimildar ra îzah kir, got:

-Min xewneke pir pîs dît. Berê min darek dît, lê nizanim beruyê bû, nizanim dara bîyê bû, nizanim dara çinarê bû.
Dû ra min hişinahiyek dît, lê nizanim hişinayî bû, nizanim mêrg bû, nizanim bexçe bû.
Dû ra min avek dît, lê ninzanim gol bû, nizanim çem bû, nizanim best bû.
Dû ra min heywanek dît. Lê nizanim kûçik bû, nizanim ker bû, nizanim fîl bû…
Rimildar li ser van sêcarkirinên mêrik hew xwe ragirt, got:
-Min ji xewna te fêm kir, Xwedê ewê bela te bide te, lê nizanim ewê îro bide, nizanim ewê sibe bide, nizanim ewê dusibe bide…

XXX
Ji Eloyê dînik pirsîn:
-Elo, ma tu dibê ji bo çi mange tim poçika xwe li ba dike?
Elo got:
-Ji bo ku boçik nikane mangê li ba ke lema…

XXX
Mêrik bi xwesîya(xesûya) xwe ra diçû hecê. Hevalê wî jê ra got:
-Tu ji xwesîya xwe tim gazinan dikî. Lê wa ye tu pê ra diherî hecê.
Mêrik got:
-Xwesîya min tim dibêja ”ya rebî piştî min ew erdê miqedest tewaf kir û ez bûm hecî tu ruhê min bistînî !”. Ya min jî hêviyeke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE