05 november 2018

Xulamiya dijmin rûreşî ye


Berî mirina xwe ji tiştên dixwazim bibînim yek jî xwefiroşên îro di telewîzyonên tirk da xulamî û şûrkêşiya Erdogan dikin, dewran biguhere û li ortê bimînin û rezîl bibin.

Berê hewqas telewîzyon tunebûn, meriv hewqas zilamên dewletê û xayinên qewmê xwe nedidît, nas nedikir.

Berê zilamên dewletê jî tenê ji kurdên bakur bûn. Heger ji perçên din çend ajanên wan hebûn jî li meydanê xuya nedikirn.

Lê nuha bi qasî yên bakurî, hewqas jî yên ji rojava û ji başûrî jî hene. Wê rojê min di programa ”Çardor” da ji başûr yekî bi navê Huner Muzûrî dît. Min ji kurdayetiya xwe şerm kir.

Min bala xwe dayê mêrik wek nasyonalîstekî tirk dipeyive, bi ruh û can dixwaze Tirkiye li rojava li hemberî Amerîka û Xerbê bi ser keve. 

Dixwaze Tirkiye li rojavayê Kurdistanê bi ser keve.

Dixwaze Tirkiye bi şiklekî resmî zextê bide ser hukûmeta Kurdistanê ji bo ku medyaya başûr li dijî Tirkiyê tiştekî nenivîse, hukûmet destûrê nede tiştên li hemberî Tirkiyê.

Îcar yên wiha ne yek dû dudu ne, pir in, Tirkiyê li başûr gelek kes kirine merivên xwe.

XXX
Ji serokê, ji siyasetmedarê û ji partiya serxwebûnê nexwaze, vekirî neparêze tu xêr nayê û dibê meriv nede dû partî, serok û kesên wiha û wan neke berpirsiyarên xwe.

Tiştê meriv nexwaze meriv nikane bi dest xe. 

Kurdê serxwebûnê, dewlwetê nexwaze bindestiyê qebûl dike.
Şermeke pir mezin e meriv hîn jî bibe hevalê kesên serxwebûnê, dewletê naxwazin...

Heta serxwebûn nebe qubleya hemû partî û siyasetmedarên kurd, halê me ewê tim ev halê rezîl be. 

Dibê em ji her kesî ra bibêjin em dixwazin azad û serbixwe bijîn û ev yek heqê me ye û em ji bo wê bixebitin.

Em kînga kanin bigihîjin vê hedefa xwe ew tiştekî din e, ya muhîm daxwaz û hedefa me ye...

XXX
Hin kurd wer bawer dikin gava ew zulma dewletê qebûl bikin, gava navê Kurdistanê negrin devê xwe, gava azadiya gelê xwe nexwazin dewletê li wan were rahmê û zulma xwe kêm bike.

Na, ev fikreke ji kok da şaş e, bêdengî û qebûlkirina zulma "hindik", zulmê zêdetir dike. Tim wa bûye. Me her ku hustuyê xwe xwar kiriye, wan zulma xwe heftqat kiriye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE