14 november 2018

Xanimê barek êmîş bi xwe ra aniye



Xanimê bi hatina xwe ne tenê ez dilşa kirim, barek êmîş(mêweyên hişkirî û şîranî) û baharat jî bi xwe ra aniye, ji benî, bastêq, kêsme, mewîj, mişmiş û tûyan, bigre, heta bi îsot, ava îsota, dims û ava hinaran, hema çi tê bîra wa bi xwe ra aniye. Tiştên anîne ev in:



Benî, kêsme, bastêq, mewîj, bihîv, mişmiş, hejîr, kizwan, xurme, dims, ava hinaa, îsot, karî, tû, bamî, ava îsota, kodik, qahwa kizwana.


Mala me bû dikane êmîşfiroş, nuha hûn çi bixwazin heye. Dilê kê şîraniyê û qahwa kizwana dixwaze bira kerem bikin werin. Lê baştir e hûn têkevin dorê, kane qelebalix bibe…





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE