06 november 2018

Tiştê hûn bi xwe nakin ji xelkê nexwazin



Di 29ê cotmehê da 7 partî û rêxistinên kurdî û 2 partiyên Tirkiyê li Diyarbekrê hatin ba hev û platforma li dijî asîmîlasyonê ava kirin.

Van 9 partî û rêxistinan bi kurtî gotin rewşa zimanê me ne baş e, asîmîlasyon pir pêş da çûye, lema jî dibê em kurd di hemû warên jiyanê da bi kurdî bipeyivin.


Kêfa min hat, min ji civîn û biryarê ra li çepikan xist.

Piştî hefteyekê min bala xwe da malperên wan partiyan û nivîsên serokên wan, kesên di civînê da beyana kurmancî û zazakî xwendin jî di nav da, hemû hîn jî wek berê bi tirkî dinivîsin.

Yanî tu serokî, tu siyasetmedarên wan 9 partî û  rêxistinan dev ji tirkiya xwe bernedaye, hîn jî wek berê tirkiya xwe didomînin. Herdu kesên beyana bi zazakî û kurmancî xwedin jî di nav da.

Ez bawer nakim li mala xwe û di jiyana xwe ya rojane da jî dev ji tirkî berda bin. Çend kadirên qîmetê didin kurdî û bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin hene. lê çend kes in, têrê nake. Piranî teslîmî asîmîlasyonê bûne.
Ê heger hûnê dev ji tirkî bernedin, heger hûnê wek berê dîsa bi tirkî binivîsin, ew civîn û ew beyan û helahop ji bû çi bû?

Berî hûn ji xelkê û ji dewwletê bixwazin, hûn bi xwe bi kurdî bipeyivin, ji xwe, ji mala xwe, ji partiya xwe dest pê bikin.

Heger hûnê viya nekin, hûnê dev ji tirkiya xwe bernedin(ez zanim hûn dev ji tirkî bernadin) ne civînên wiha çê kin û ne jî belavokên wiha belav bikin.

Dibe komedî…

Tiştê hûn nakin ji xelkê nexwazin. Berê hûn ji xwe, ji mala xwe, di nava partiya xwe da dest bi axaftina kurdî bikin û dû ra mafê we çê dibe hûn ji xelkê jî eynî tiştî bixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE